Ji bo berxwedana gerîla klîpa 'li herî jorê'

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Nîsan 2023 - 04:40

Hunergeha Welat bi hevkariya Saziya Pargîn, klîpeke nû derbarê berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên qirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê derxist.

Hunergeha Welat, klîpa bi navê “Li herî jorê” li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Hunermend Îbrahîm Feqê û Şêro Hindî gotinên stranê nivîsîne û muzîkjen Mehmûd Berazî saz û awazên wê amade kirine. Her wiha hunermend Şervan Badînî jî stranê dibêje.

Têkildarî peyama klîpê, endamê Saziya Pargîn, Îbrahîm Feqê got: “Di demên dawîn de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Kurdistanê, êrişên dijwar pêk tên. Ev jî erkek da ser milê me ku em di aliyê hunerî de bersiva wan êrişan bidin. Me xwest di vê pêvajoyê de li gorî nirxên xwe yên pîroz, em bi hunerê xwe bibin bersiv.”

Haziriyên klîpa “Li herî jorê” qederê mehek û nîvê dewam kirin û dîmenên hatine girtin li Navenda Hunergeha Şehîd Welat hatine girtin.

Lînka klîpa “Li herî jorê” ev e;

https://youtu.be/VlHuQrM89Zs

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.