Ji bo Başûr firsend e

Pêncşem 20 Tebax 2020 - 14:44

  • Dr. Kamûran Berwarî û Dr. Hîşam Zêbarî yên ji eşîrên Berwarî û Zêbarî yên Heftanînê, li ser sedemên êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanîn û Bradostê axivîn.

SEYÎT EVRAN
ANF/SILÊMANIYE

Dr. Kamûran Berwarî û Dr. Hîşam Zêbarî yên ji eşîrên Berwarî û Zêbarî yên Heftanînê, li ser sedemên êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanîn û Bradostê axivîn.
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê dr. Hîşam Zêbarî diyar kir, ku Tirkiye ya bi rêveberiya Erdogan ji bo êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, PKK'ê weke hincet nîşan dide lê belê armanca xwe ya bingehîn dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Dr. Zêbarî got, "Bi PDK'ê re peymaneke aboriyê ya ji bo 50 salan mohr kir û bi vî rengî hewl dide parekê ji petrola Kurdistanê werbigire. Tirkiye ji aliyê aboriyê ve bi çavê Qibris a duyemîn li Başûr dinêre. Nakokiyên navbera partî û komên siyasî yên li herêmê vî zemînî dide dewleta Tirk. Lewma Tirkiye xwedî pîlanekî berfireh e û di nava vî pîlanî de jî hinceta têkildarî gerîlayên PKK'ê hinceteke biçûk e. Rêveberiya Başûr ketiye rewşeke welê ku nikare mehaneyên pêşmerge û karmendên xwe jî bide. Ji bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser nebin, Tirkiye timî êriş dike…”
Dr. Zêbarî li ser helwesta eşîran a li herêmên êrişên dagirkeriyê lê tên kirin jî got, "Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker baregehên xwe yên leşkerî û îstîxbaratê ava kiriye, hewl dide sîstemeke cerdevaniyê ya bi modela nû ava bike. Hewl dide vê sîstemê destpêkê li Bradost, Şêladizê, Berwarî û derdora wê pêk bîne. Lê belê gelê me yê li van herêman ji ber ku gelekî welatparêz e, xwe nade ber vê sîstemê û qebûl nake."

Divê Iraq firsendê bi kar bîne

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî jî bi bîr xist ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji herêma Bradostê dest pê kirin, lê belê piştre li Xakurkê û herêma Heftanînê hate belavkirin û got, "Êdî her kes zane ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê, Iraqê, Şamê dagir bike, her wiha welatên Efrîkayê, xaka welatên Balkanan dagir bike û xeyalên xwe yên împaratoriya Osmanî bi cih bîne. Ji bo vê jî dixwaze vê stratejiya xwe bi dagirkirina Behdînanê bide destpêkirin. Behdînan ji bo Kurd û Kurdistanê meseleyeke şerefê, rûmetê ye."
Dr. Berwarî destnîşan kir ku hikumeta navendî ya Iraqê divê li dijî êrişan helwesteke xurt nîşan bide, ji firsenda ku bi dest xistiye, dikare hêzên Tirkiyeyeê ji herêmê derxîne û got, "Yekmecar firsend bi dest xist ku Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê jî di nav de hemû hêzên leşkerî, siyasî û îstîxbaratî yên li Iraqê û Başûr derxîne. Bi vê yekê re divê karibe pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re qut bike. Deriyên sînor ên bi Tirkiyeyê re dikare bigire, Başûr û Iraq dikare berê xwe bidin welatên Kendavê, têkiliyên bazirganiyê û aboriyê bi Efrîka, welatên Ewropa û Urdunê re bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.