Ji bo azadiyê li ser piyan e

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 02:55

  • Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di serî de girtiyên siyasî, li seranserî Kurdistanê û cîhanê çalakî dewam dikin. Di çalakiyan de peyama têkoşîna heta azadiya Ocalan, bilindkirina têkoşînê tê dayîn.

Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 211’emîn de didome. 

Li aliyekî din li bajarên Dêrazor û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, xelk ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi sedan şêniyên bajarokê Kesra yê kantona Dêrazorê bi vê armancê meşek lidarxistin. Meşê ji pêş Meclîsa Herêma Xerbî destpêkir û li çerxerêya Delê veguherî mîtîngê. Li vir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan Rewda El Hisên daxuyanî xwend û hate gotin:’’Zextên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan rûreş dikin. Em ê heta bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Herwina li Tebqayê jî Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê meşek lidar xist. Nûnerên saziyên sivîl, meclîs û komûnên bajarê Mensûra, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Mensûra gelek kes tevlî meşê bûn. Meşê ji destpêka bajarê Mensûra destpêkir û li aliyê rojava yê bajêr veguherî mîtîngê. Li vir Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Gulîzer Henan daxuyanî xwend û hate gotin:’’Tecrîd li dijî hemû pergal û peymanên navneteweyî ye. Ji ber wê azadîxwaz û têkoşer li Ewrûpa û Rojhilata Navîn heta bakurê Afrîkayê, daketin qadan. Hevserokê Meclîsa Sivîl a Mensûra Mihemed El Mehmûd jî got:’’Hewldanên dewleta Tirk nikare vîna me bişikîne. Bandorê li hevgirtina me ya li hemberî pîlanên dijminan jî nake.’’ Herdu çalakî jî bi dirûşmeyên dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re bidawî bû.

Ew Rêberê bindestan e

Li navçeya Sinûnê ya Şengalê jî bi heman armancê meşeke girseyî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê pêkhat. Girseya gel a li ber meclîsa gel a Sinûnê dest bi meşê kir, heya çerxerêya şehîd Mam Zekî meşiya. Heyder Gorgorkî yê beşdarê meşê bû, got:“Ji bo Rêberê me Ocalan ji zindana Îmraliyê derbikeve, em dimeşin. Daxwaza me azadiya wî ye. Eger Rêberê me azad bibe, wê gelê me yê bi fikrê wî dijî jî biserbikeve. Me xwe bi fikrê Rêber Apo ji fermana herî mezin rizgar kir û niha jî bi vî fikrî xwe rêve dibin.” Piştre girseya gel gihîşt çerxerêya Mam Zekî deqîqeyek rêz ji bo şehîdan hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê Hemed Bişar got:“Zêdeyî 25 sale komployek li dijî Rêber Apo heye. Çima? Ji ber daxwaza mafê bindestan dike. Ya ji me tê xwestin, em parastina vî fikrî bikin. Ev fikir hemû mirovên bindest azad dike.” Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Gorgorkî jî got: “Em weke tevgera jinên Êzidî jî deyndarên Rêber Apo ne. Divê em li dijî tecrîdê rabin û xwedî li serokê xwe derbikevin.”

Çalakî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ bi dawî hat.

Ciwan li Fransa li meydanan bûn

Li paytexta Fransa Parîsê jî ciwanan li meydana Eyfelê ji bo rûreşkirina sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê stand danîn. Broşûrên derbarê paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ên wergerandine zimanê Fransî belav kirin. Li gel wê kartpostalên ku li ser gotinên Rêber Abdullah Ocalan hatine nivîsîn, li gel qurnefîlan li tûrîstan hatin belav kirin. Herwiha ciwanan bi dirûşmeya ‘Em bi felsefeya Rêber APO azad dibin’ saetekê çalakiya xwendina Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn.

Bi heman armancê endamên Meclîsa Ciwanan a Şehîd Tîjda Ekecîk, li peravên Vîaport a Marsîlyayê jî, stand danîn, ji beşên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Vê çalakiya ciwnan eleqeyeke mezin dît û li gel ciwanên ku hatin agahî ji standê wergirtin, nîqaş hatin kirin. Li vir jî broşûrên derbarê sîstema qirkirinê yên li Îmraliyê hatibûn amade kirin, li gel qurnefîlan hatin belav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.