Ji bo azadiyê diçe Napolî

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 23:17

  • Keştiya Azadî ji Abdullah Ocalan re ji Lavrionê doh bi rê ket û berê xwe da bajarê Îtalyayê Napoliyê. 

BARIŞ BALSEÇER/VEDAT YELER  / ATÎNA

Keştiya Azadî ji Abdullah Ocalan re ji Lavrionê doh bi rê ket û berê xwe da bajarê Îtalyayê Napoliyê. 

Di vê çalakiyê de 40 kesayetên ji Emerîka Latîn, Spanya, Fransa, Îtalya, û gelek welatên din cihê xwe digirin. Çalakî bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re bi rê ve diçe. Doh beriya çalakiya bi keştiyê destpê bike, meşeke girseyî li bajarê Yewnanistanê Lavrioyê hat kirin û beşdarên çalakiyê bi sloganên Azadî ji Ocalan re hatin oxirkirin. 

Xelk li ber kampa Lavrio civiya û bi posterekî mezin yê li serê "Azadî ji Ocalan re" nivîsandî, ber bi benderê ve meşiya.

Kurdistaniyên li Yewnanistanê bi mezin û zarokan beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê li ser navê beşdarên çalakiya Keştiya Azadiyê Besîme Konca, Josef Karl Heinrich Savary û Elefteria Psihlogiou peyivîn. 

Siyasetvana Kurd Besîme Konca, tecrîda 23 salan a li dijî Ocalan û komploya navneteweyî şermezar kir û got, “Êdî wext e ku Rêber Apo azad bibe.” 

PKK divê ji lîsteyê derkeve

Ji bijîşkên Xaça Kesk, Josef Karl Heinrich Savary jî got, "Ji bo Kurdistaneke azad, pêdivî bi Ocalanekî azad heye. Divê bikaranîna sîlehên kîmyewî bê rawestandin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê jî bê derxistin. Êrişa muhtemel a li dijî Rojava divê bê rawestandin." 

Rojnamevan Elefteria Psihlogiou jî got, Ocalan li Rojhilata Navîn dengê aştiyê ye û wiha peyivî: “Azadiya Ocalan wê azadiyê ji gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn re jî bîne.”

Paşê Keştiya Azadî ji Ocalan re bi sloganên "Azadî ji Ocalan re" hat oxirkirin.

Keştî wê 12´ê Mijdarê bigihîje Napoliyê û li wir jî bi awayekî girseyî bê pêşwazîkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.