Ji bo azadiyê berê xwe bidin Kolnê

Çarşem 7 Sibat 2024 - 03:45

  • Enternasyonalîst wê ji bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin. Saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê jî banga beşdarbûna meşa li Kolnê kirin.

Li gel meşa dirêj a ji paytexta Fransa Parîsê ya ber bi bajarê Strasbourgê, komeke enternasyonalîst jî xwe amade dikin ku ji Swîsreyê birê bikevin. Meş wê 10’ê Sibatê li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê bike û 16’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bidawî bibe. Çalakger wê li wir konferansekê lidar bixin û piştre 17’ê Sibatê tevlî meşa mezin a li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bibin. Enternasyonalîstan ji bo meşa ji Baselê destpê bike, banga tevlîbûneke xurt kirin.

Li aliyekî din nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê jî, ji bo meşa 17’ê Sibatê li Kolnê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. 

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever diyar kir ku armanca tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, tinekirina destketiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye û got:’’Em bang li hemû gelê xwe dikin di salvegera komployê de ji bo jiyana azad em li Kolnê bi hev re bimeşin. Jiyaneke azad û wekhev encex bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.”

Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku meşa 17’ê Sibatê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got:“Ev meş pir girîng e. Divê her Kurd xwe ji vê meşê berpirsyar bibîne. Divê her kes ked bide da ku kesên li derdora xwe jî tevlî vê meşê bike. Ji ber ku eger em çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêbertî dixwazin, divê em têkoşîna xwe bimeşînin. Divê gelê me bi ruhê seferberiyê biherike Kolnê.”

Ji bo azadiya Ocalan bibin yek

Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê Engîn Yûrtsever got ku 17’ê Sibatê bi sed hezaran Kurdên li Ewropayê û dostên gelê Kurd wê kom bibin û got:“Em bi yek dil û yek dengî biqêrin, em ê bibêjin ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’. Ji ber ku em gelek welê ne ku bi sedan sal me li dijî mêtingerî, dagirkerî û qirkirinê li ber xwe daye. Em mirovên gelek welê ne ku ji bo edalet, wekhevî û azadiyê têdikoşin. Ez bang li Ewropayê jî dikim. We beriya 75 salan li dijî faşîzmê têkoşînek da. Lewma deynekî mirovî ye ku hûn wate bidin têkoşîna me û tevlêkariyê lê bikin. Di 17’ê Sibatê de ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Ocalan em bibin yek.”

Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûsa Farisoglû jî got:“Divê em bi ruhê seferberiyê Rêber Apo azad bikin. Ji bo statuya Kurdistanê em xebatên xwe li hemû qadan didomînin. Em bang li gel û dostên xwe dikin; em bi hev re li Kolnê bin. Em di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibin. Serketin jî nêz e. Ji bo vê yekê divê em bi rola xwe rabin. Divê ji bo azadiya Rêber Apo em wezîfeya xwe bi cih bînin.”

Ev sal bibe sala azadiya Ocalan

Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîda giran de tê ragirtin û ev bang kir: “Eger em naxwazin sedsaleke din jî rû bi rûyê qirkirinê bibin, eger em dixwazin azad bijîn divê em pêdiviya vê yekê jî pêk bînin. Ji bo azadiya Rêbertiya xwe ji bo li Ewropayê û cîhanê dengê me bê bihîstin, em hemû di vê têkoşînê de cih bigirin.”

Hevserokê Federasyona KAWA Mehmet Çoban diyar kir ku 25 sal in Abdullah Ocalan di bin esaretê de ye û ji bo meşa Kolnê bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşê bibin.

Hevserokê FED-MED NRW’ê Ahmed Kobanê jî ragihand ku divê sala 26’an a komployê bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û got:“Em nabêjin em tenê tecrîdê bişikînin. Em neçar in ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em li Kolnê dengê xwe bi dijmin bidin bihîstin.”

Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan jî anî ziman ku her mirovê xwedî wicdan divê 17’ê Sibatê li Kolnê be û got:“Ji bo azadiya Rêbertî û statuya Kurdistanê divê em li Kolnê bin.”

Hevserokê Nav Berlîn Huseyîn Yilmaz jî ev tişt got:“Her kesê welatparêz, xwedî wicdan, alîgirê demokrasî û azadiyê divê beşdarî vê meşê bibe. Gelê Kurd, jin, ciwan, kal divê biherike Kolnê. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê em li qadan bin. Em bibin dengê azadiyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.