Ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê geş bikin

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de ya ji bo salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê diyar kir Komplo ji alî armancên xwe yên herêmî ve hatiye tekbirin lê kompolo bi şêwayên nû di şexsê Rêber Apo de li ser Kurdan didome û bang li gelê Kurd kir têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo were geşkirin.

Di daxuyaniyê de Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Komploger hatin şermezarkirin, şehîdên çalakiya ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ hatin bibîranîn û têkoşîna Rêber Apo ya ku ev 26 sal in li nav pergala êşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê de li dijî nêzîkatiya komplogeran hate slavkirin û hate gotin Hêzên Hegemon ên kapîtalîst ên navnetewî yên bi serkêşiya DYE’yê xwe kar dikirin bi Projeya Rojhilata Navîn dest bi sedsala 21’ê bikin, ji bo ku Rêber Apo û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê li ber ber berjewendiyên xwe yên emperyal û modernîst weke astengiyeke herî mezin dîtin û got,’’Bi komploya navneteweyî re ku 9'ê Cotmehê hate destpêkirin, xwestin vê îradeya Kurdê Azad ê nû ji holê rakin ku li Rojhilata Navîn bi roleke navendî radibû. Ji bo vê armanca xwe bi ser bixînin jî her cûre tawîz dan hev. Ji ber ku hesabê wê yekê kirin; li Rojhilata Navîn a ku têkoşîna azadiyê ya Kurd lê hate qedandin û tasfiyekirin, wê hîn bi hêsanî bê bidestxistin û jinûve dîzaynkirin.’’

Komplo hate têkbirin

Bi berdewamî Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê piştî armancên komployê yên herêmî bi vî rengî destnîşan kir, diyar kir ji alî Kurdan ve jî armanca komployê ew bû ku sedsala 20’an de Kurdan bênasname, bê Rêbertî û bêstatû were hiştin û hate gotin,’’Lê belê bi feraseta berxwedanê ya bêhempa û nû, afirîneriya fikrî û hilberîneriya Rêber Apo, asta xwedîderketinê ya bilind a gelê me yê welatparêz û îradeya xurt a têkoşînê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev armancên qirêj ên komploya navneteweyî têk bir û nehişt bigihêje armanca xwe.’’

Tecrîd aliyê nû yê komployê ye

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate diyakiriin armancên berfireh ên komployê ji aliyê hêzên komploger ve bi şêweyên cuda hatine nûkirin û bi rêbazên cuda hewl tê dayin ku were bicihanîn û aliyê nû yê komployê wiha vegot:’’Dîlgirtina' Rêber Apo li êşkencexaneya Îmraliyê û ragirtina li nava êşkenceya tecrîdê ya mutleq aliyê nû yê komployê ye. Bi girtîhiştina deriyên Îmraliyê re ji aliyekî ve Kurdan ji Rêbertî bêpar dihêlin, li aliyê din jî pirsgirêka dîrokî ya Kurd ku pirsgirêka herî mezin û bingehîn a Tirkiyeyê ye di nava siyaseta neçareseriyê de dihêlin û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê asteng dikin.’’

Şertên azadiyê yên Rêber Apo çêbûne

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Doza Rêber Apo weke doza sedsalê pênase kir û destnîşan kir çareseriya wê jî wê çareseriya sedsalê be û bêyî têkoşîna şoreşgerî çareserî pêk nayê  lê dîsa jî bingehê hiqûqî û siyasî ya ku têkoşîna siyasî afirandiye divê bi xurtî were nirxandin.

Polîtîkaya Konseya Ewropayê qebûl nabe

Bi daxuyaniyê de hate destnîşankirin şert û mercên azadiya fizîkî ya Rêber Apo afirîne, cezayê li Rêber Apo hatiye birîn li gorî hiqûqa navnetewî hikmê xwe tije kiriye û got,’’Di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya dawî de neçar man ku li vê rastiyê mikur bên, lê belê ji bo Kurdan di pratîkê de mijûl bikin 'polîtîkaya hiştina ji demê re' xistin meriyetê. Ev polîtîkaya bi hêviya demê ve hiştin ya Konseya Ewropayê nayê qebûlkirin.’’

Komploya hiqûqî ya Tirk

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi domdarî diyar kir rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî Rêber Apo din av komployeke mezin a bêhiqûqiyê de ye, bi ‘cezayên disîplînê’ yên bêbingeh hewl dide ku ‘hiqûqa bêhiqûqiyê biafirîne’’ û bi vê dewleta Tirk hewl dide ku biryara ‘binpêkirinê’ ya DMME’yê ya têkilî Rêber Apo ‘pûç bike’’ û got,’’Ev rastiya komplogerî ya ji aliyê hiqûqî ve tê ferzkirin, divê ji aliyê me her kesî ve bê dîtin û ji bo astengkirina vê yekê bi her awayî têkoşîn bê meşandin.’’

Paradîgma bûye rizgariya ji krîzan

Bi domarî hate destnîşankirin Rêber Apo şert û mercên dîlgirtina êşkenceyê ya li Îmraliyê bi fikrê azad têk bir û paradîgmayeke nû ya civakî ya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk afirandiye, sîstema dewletperest û desthilatdarî perest ku îdeolojiya sermayedar a kapîtalîst weke endustriyalîzm û netewe dewletê ava kiriye, bûye sedema krîzên jiyanî û civakî û got,’’Ev fikrê Rêber Abdullah Ocalan weke yekane rêya rizgariya ji van krîzan tê dîtin. Her ku ev rastî şênber dibe, asta xwedîderketina li Rêber Apo ya li qada navneteweyî û asta xwedîderketina li azadiya wî jî bilind dibe.’’

Tezên Azadiya Jinê ronî dike

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Pêngava 'Azadî ji Rêbertî re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' asteke girîng afirandiye û bi sala nû ya komployê re karên azadiyê yên bi asta naventewî wê derbasî qonaxeke nû bibe, hate destnîşankirin tezên azadiya jinê yên Rêber Apo di sedsala 21’ê de rêya jinên Kurd her roj bêhtir ronî dike û hate gotin,’’Di asta heyî de li çar parçeyên Kurdistanê û qadên derveyî welat sekna azadiyê ya jinê, asta paradîgmaya îdeolojîk a Rêber Apo Ji aliyê têkbirina komploya navneteweyî ve bi rola pêşengiyê radibe.’’

Gerîla nahêle bi ser bikevin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê her wiha destnîşan kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê nehêlin ku Komploya Navnetewî bi ser bikeve û got,’’Hêzên me yên gerîla bi rengekî xurt bi Rêber Apo ve girêdayî ne û weke navenda moralê ya bingehîn dibîne. Bi hêz û têghiştina ji Rêber Apo werdigirin di nava her şert û mercî de li ber xwe didin.’’

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê herî dawî got,’’Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşînê heta serketinê di asta herî bilind de bimeşînin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanên Kurd dikin ku bi armanca misogerkirina şert û mercên ewlekariya tenduristiyê û azadiya Rêberê me rêxistiniya xwe xurt bikin, çalakiyên xwe mezin bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.