Ji bo aştiyê firsendek e
Sêşem 3 Kanûn 2024 - 02:55
Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendên cîhanê kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hatibû destpêkirin. Xebatên kampanyayê li gelek welatan dewam dikin. "Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re" ku li bajarê Buenos Aires ê Arjantînê hat avakirin, xebatên xwe yên kampanyayê bênavber didomîne. Endama "Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re" û tora kolektîfên femînîst a pirneteweyî "Feministas de Abya Yala" Claudia Korol, yek ji rêveberên kampanyayê kampanyaya li welêt ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Claûdîa Korolê anî ziman ku tecrîda bi salan a li ser Rêber Abdullah Ocalan li derveyî mirovahiyê ye û êşkence ye. Ocalan rêberekî siyasî ye ku dikare aştiyê li Rojhilata Navîn misoger bike û got ku ji ber vê yekê ew ji bo hêzên navneteweyî yên şerê li Rojhilata Navîn didomînin xeternak e.
Îrade û hêza wî diyar bû
Claudia Korolê bal bire ser peyama "aştiyane" ya Ocalan a di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan de û got:"Peyama ku bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan da, bê guman îrade û şiyana xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di warê hiqûqî û siyasî de piştrast dike. Di demeke wiha de ku kapîtalîzm, baviksalarî û emperyalîzm hewl dide li Kurdistanê 'mantiqa cîhanê' bi cih bike, azadiya ji bo me gelan Ocalan firsendeke ku em li Rojhilata Navînê aştiyê pêk bînin." Claûdîa Korolê diyar kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Arjantîn û tevahiya parzemîna Emerîkayê çalakî li dar xistine û got:"Wekî femînîst têkoşîna ji bo azadiya Ocalan, parastina şoreşa jina kurd û rêya mezinkirina 'jin, jiyan, azadiyê' ye."
Ev dubendî ye
Claudia Korolê li aliyekê nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û li aliyê din jî tayînkirina qeyûman û operasyonên tên kirin rexne kir. Claudia Korolê destnîşan kir ku li aliyekî behsa çareserkirina pevçûna bi gelê kurd re tê kirin li aliyê din jî êrişên mezin tên kirin û got ku ev dubendî ye. Korolê diyar kir ku hikûmeta otorîter a Erdogan gefan li şaredariyên DEM Partiyê dixwe û zextan li nûnerên wan dike û got ku tişta ku ew lê digere ne aştî ye, pasîfkirina Rojhilata Navîn e û bi temamî teslîmgirtina tevgera kurd e.
MA/HÎVDA ÇELEBÎ