Ji bo 2 Kurdan sûcdariya endamtiyê

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:30

Li Dadgeha Bilind a Naumburgê ya li eyaleta Saksonya-Anhalt a Elmanyayê, bi hinceta ‘endamtiya PKK’ê’ li 2 Kurdan doz hatibû vekirin û rûniştina dozê 20’ê Gulanê destpê kir. Taybetmendiya vê dozê ew e ku doza yekemîn a piştî PKK’ê biryar da xwe fesih bike, hatiye vekirin. Li gorî îdîaya dozgeriyê, 2 Kurdên ku li Magdeburg û derdora wê jiyan dikin, ji sala 2021 û heta 2024’an bi navê PKK’ê xebat meşandine. Di nava sûcdariyan de ji bi civaka Kurd re îrtîbatê çêdikin, ji bo endamên PKK’ê yên di asta jor de cihê mayînê peyda dikin, tevlî xebatên komkirina bexşan dibin, çalakiyên qanûnî organîze dikin û ew bixwe ji bo vê serlêdanê dikin. Bûroya hiqûqê ya AZADî, destnîşan kir ku qeyda sûc a herdu Kurdistaniyan jî tine ye û derveyî dozê ti sûcdariyek derbarê wan de nehatiye tomar kirin û got:’’Dozgerî bi tenê ji ser îdîaya endamtiya PKK’ê darizandinê birêve dibe.’’

Kontrola tund a li şopdaran

Li gorî daxuyaniya AZADÎ, yek ji Kurdên ku tê darizandin 38 salî ye û bi tena serê xwe li 2 zarokên ku dixwînin dinêre. Piştî ku 21’ê Mijdara 2024’an hate girtin, piştî 4 hefteyan bi şertê kontrola edlî ya tund hate berdan. Yê din jî 30 salî ye û hîn jî girtî ye. Rûniştinên dozê wê di navbera 21,26,28’ê Gulanê, 5,10,11,20’ê Hezîranê û 1 û 3’ê Tîrmehê dewam bikin. Hemû rûniştin wê di saet 9.30’an de li Navenda Halle Adelet (Thüringer Str. 16, 06112 Halle/Saale) pêk bê. AZADÎ kesên ku dixwazin rûniştinan bişopînin, derbarê kontrola nasnameyan a tund û lêgerînê de hişyar kir. Daxwaz kir ku kesên rûniştina wan ne saxlem e, wê Daîreya Parastina Destûrabingehîn a Saksonya-Anhalt û daîreyên biyaniyan, dibe ku helwestê nîşan bidin, rûniştinan neşopînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.