Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 18’an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.
Malbatên girtiyan jî ji bo piştgiriyê bidin girtiyên azadiyê li Kurdistan û Tirkiyê dest bi Nobeta Edaletê kirine.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alikari û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê TUHAY-DER di 4'ê Kanûnê de bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê hat destpêkirin jî, didome. Malbatên ku li avahiya DBP’ê ya Wanê çalakiya xwe berdewam dikin, diyar kirin ku divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê û gotin ku rêya aştiya civakî di Îmraliyê re derbas dibe. Fîlîz Ûyar ku dayika girtiyê bi navê Metîn Ûyar ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê girtin e û di koma duyemîn a grevên birçîbûnê de cih girt, diyar kir ku li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê ya giran tê meşandin û got:“Ez ne tenê ji bo kurê xwe, ji bo hemû girtiyan li vir im. Em dixwazin hemû gelê me, bi taybet hemû malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiyan." Dayika Cafer Kaçan ê 9 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye Huriye Kaçan diyar kir ku ji ber zextên li girtîgehan û girankirina tecrîdê grevên birçîbûnê dest pê kirine û got:"Ez dixwazim tecrîda li ser Rêbertiyê bi dawî bibe û aramî çêbibe. Çendî kurê min zarokê malê yê tenê be jî, divê wekî girtiyên din li ber xwe bide, canê wî ji yê kesî ne bi qîmettir e. Divê gelê me yekîtiyê pêk bîne û tecrîdê bişikîne."
Hevjîna min hertim têkoşiya
Yek ji beşdarên Nobeta Edaletê ku saziyên demokratîk û saziyên sivîl ên li Amedê serdana wê dikin, Mehmet Kaya yê 71 salî ye. Mehmet Kaya ku têkoşîna hevjîna xwe Ayşe Kaya ya yek ji Dayikên Aştiyê bû û jiyana xwe ji dest da didomîne, got: "Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîne. Hevjîna min Ayşe Kaya, bi salan wekî Dayika Aştiyê li dijî zilmê têkoşiya. Hevjîna min ji bo azadiya birêz Ocalan xwe li ser pirê bi Dayikên Aştiyê re zincîr kir. Li ber xwe da. Polêsan ew binçav kirin û 2 mehan di girtîgehê de ma. Piştre pêvajoya dadgehê çêbû. Çû dadgehê, ji Ocalan re gotin 'kujerê zarokan.' Hevjîna min jî ev yek qebûl nekir. Got ku Ocalan tu kes nekuştiye. Piştre beraet kir lê di dema têkoşînê de jiyana xwe ji dest da."
Mûhammed Kartal ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê li hucreya yek kesî dest bi greva birçîbûnê kir. Dayika Mûhammed Kartal Afîfe Kartal axivî û got:"Zarokên me heta ku tecrîd bi dawî bibe wê dest ji greva birçîbûnê bernedin. Ew ê li nava çar dîwaran, em ê jî li qadan têkoşîna xwe dewam bikin. Em piştgiriyê didin doza wan a mafdar. Bang li malbatên welatparêz hemûyan dikim; piştgiriyê bidin ku tecrîd bi dawî bibe û greva birçîbûnê ya zarokên me biqede."
NAVENDA NÛÇEYAN