Ji ber teqîna mayînekê şivanek birîndar bû

Şemî 29 Tîrmeh 2023 - 01:17

Li herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê li Geliyê Sinînê di encama teqîna mayînekê de şivanek birîndar bû.

Li gorî nûçeya RojNews’ê, doh danê sibê li Geliyê Sinînê teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku şivanê ku di encama teqînê de birîndar bûye, piştî mudaxeleya ewil a li Sîdekanê rakirine Nexweşxaneya Lezgîn a Soran.

Li Geliyê Sinînê hê jî mayînên bi taybetî yên serdema rejîma dîktator Seddam Husên hene. Hat ragihandin ku dema şivan diçû pezê xwe biçêrîne teqîn pêk hat. Ji ber mayinên ku ji aliyê rejîma Baasê hatine dayîn her sal bi dehan kes tên kuştin an jî birîndarkirin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.