Ji ber qirêj in rojnamevanan digirin
Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:53
Çalakvan û rojnamevan Perêz Sabir derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed û rewşa azadiya rojnamegerî ya li Herêma Kurdistanê de ji Rojnewsê re axivî.
Perêz Sabir diyarkir ku li Herêma Kurdistanê nêzîkatiyên li beramberî rojnamevanan tên kirin, ji aliyê her kesê ve tê dîtin û got: “Em roj bi roj dibînin ku azadiya rojnamevanî, fikir û ramanê tê tengkirin. Desthilat ji vê rewşê berpirse û her civakek dîktatorî tê de hebe, ruhê azadî di wê civakê de tê kuştin. Bi taybetî jî azadiya wan rojnamevanên ku dengên azad û welatiyan digihînin. Mixabin li Herêma Kurdistanê roj bi roj girtin û tûndiya li beramberî rojnamevanan zêde dibe.”
Perêz Sabir diyarkir Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan ne bi ewle ye û got:“Deshilat ji bo tengkirina azadiya rojnamevanî di her alî de kar dike. Ev yek ji aliyê me hemûyan ve bi zelalî tê dîtin.” Di dewamê de Perêz Sabir îşaret bi rewşa azadiya rojnamevanî jî kir û got: “Deshilat ji bo rûyê wê yê qirêj eşkere nebe, dixwaze çavê gel bitirsîne û wan kor bike.”
Rojnamevan Perêz Sabir da zanîn ger desthilat dadperwer û paqij be, wê ji rojnamevanan netirse û got: “Ger desthilat dadperwer be, wê pêşî li azadiya rojnamevanan negire û bihêle rojnamevan bi azad kar bikin. Wê bihêle rojnamevan bi reng û dengê xwe peyama xwe bigihîne. Em di qonaxek wisa de ne ku nabe desthilat bi vî rengî nêzîkatî li gel rojnamevanan bike. Wek rojnamevan em ji girtina hemû rojnamevanan bi fikar in. Nêzîkatiyên li derveyî yasayê nayên qebûlkirin.”
ROJNEWS/GERMIYAN