Ji ber Kurdî ew qetil kirin

Sêşem 3 Îlon 2024 - 00:49

Welatiyê bi navê Hakim Loqman (45) ê ji Dihok a Başûrê Kurdistanê, li semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê  rastî êrîşa komeke ji 10-12 kesan hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Pismamên Loqman, Saet Muhsin û Şêx Bîlal jî li cihê bûyerê birîndar bûn. Îfadeyên Muhsîn û Bîlal hatin girtin. Koma êrîşkar jî ji cihê bûyerê reviya. Cenazeyê Loqman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK). Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bêrîvan Barîn têkildarî bûyerê agahî parve kir û got:“Pêr ji Dubaiyê (Loqman û pismamên wî) hatin. Li pêşiya hotêla lê diman kafeyek heye û li wir xwarin dixwarin. Dema di navbera xwe de bi kurdî diaxivîn, 4 kesên nas nedikirin her carê bi devkî ew tacîz dikirin. Piştre di navbera wan de rageşiyeke biçûk çêbû û ji kafeyê çûn. Piştre jî ew koma pê re ketibûn nîqaşê ji kafeyê derket. Hejmara wan (êrîşkaran) dibe 10-12 kes. Em nizanin bê ka kesên piştre daxilî nîqaşê bûn kî ne û li gorî çi tevgeriyane. Li hemberî kafeyê kesek kêrê li Hakim Loqman dide. Ambulans dereng tê. Du kes (pismamên Loqman) ji bo agahî bidin diçin qereqolê. Li qereqolê rastî muameleyeke nebaş tên. Av û xwarin nedane wan. 4 caran ser û berê wan lêgerîn dikin.” Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal nerazîbûn nîşanî bûyerê da û got:"Kêra li dilê Hakim Loqman hatiye xistin, li hebûna gelê Kurd hatiye xistin û hebûna gelê Kurd hedef hatiye girtin. Ya ku hewayê siyasî û civakî jehrî kirî, polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê ne. Di rojên dawî de li dijî karkerên Kurd, ziman, çand û stranên Kurdî êrîşên bi organîzeyî tên kirin û berpirsyarê vê desthilat e. Beredayiyên bi rûpoşên JÎTEM’ê mîna ku biçin şer diçin lîstikeke futbolê û vê cisaretê jî ji desthilatê digirin. Vaye vî hewayê nefretê îro dîsa bû sedema mirina Kurdekî. Em desthilatê hişyar dikin; dev ji gotin û sepanên xwe yên nijadperest û şoven berdin û bes bi xetên sor ên civakan bilîzin.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.