Ji ber helbesta bi Kurdî 11 roj ceza

Çarşem 28 Tebax 2024 - 00:56

Dewleta Tirk a dagirker li girtîgehan her ku diçe çavsoriya xwe ya li Kurdî zêdetir dike. Li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê Enes Îlgen û Serdan Başaran bi sedema ku di defterên xwe de helbestên bi Kurdî nivîsîne 11 roj cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

Dewleta Tirk a dagirker ku van demên dawî piştî hewldana krîmînalîzekirina Kurdî û çanda Kurdan li girtîgehan bi rengekî fiîlî hewl dide ku Kurdî qedexe bike. Rêveberiya girtîgehan ku axaftina bi Kurdî qedexe dike vê carê jî bi hinceta ku li derfterên xwe helbest û stranên Kurdî nivîsîne 11 roj ceza li Enes Îlgen û Serdar Başaran ê girtî birî.

Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  serdana girtiyên di Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê de tên ra girtin, kirin. Girtiyên bi parêzeran re hevdîtinê kirine anîn ziman ku îdareya girtîgehê di 6’ê hezîranê de bi ser qawîşan de girtine, di serdagirtinan de bi hinceta di lênûskên Enes Îlgen û Serdar Başaran de helbestên Kurdî hene, di 15’ê tebaxê de ji herdu girtiyan re 11 roj cezayê dîsiplinê hatine birîn.

Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Îdareya Girtîgehê di biryara xwe ya bi hinceta “propagandaya rêxistinê” daye de ev tişt hatin gotin: “Di lêgerînên 6’ê hezranê de nîşeyên hatine bidestxistin de, hatiye nirxandin ku helbest ji gotinên merşan pêk tê, merş jî wek bîrdozî propagandaya PKK’ê û KCK’ê dike, ev yek moral û motîvasyona girtiyan zêde dike, biryardariya wan zindî digire.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.