BARAN GERMIYANÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 11 rojin agahî jê nayê girtin.

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed, xwediyê şirketa Çetir (Ji tevahî mafên hiqûqî û malî yên RojNewsê şirketa Çetir berpirsyar e) Kemal Hesen Hemereza bersiva pirsên Rojnewsê da.

5 sal bûn bi me re kar dikir

Hemereza derbarê karkirina Silêman Ehmed a li Rojnewsê de agahî dan û wiha got:’’Silêman Ehmed xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, piştî Efrîn hat dagirkirin, derbasî Helebê dibe. Piştre ji bo karkirina di pîşeyê xwe de, berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Ji bo kar destpêkê agahiyên xwe (form) pêşkêşî me kir û heya mehekê di pêvajoya ceribandinê re derbas bû. Di dema ceribandinê de karê xwe bi awayek serkeftî pêk dianî. Ciwanek zîrek û kêfxweş bû. Di demek kurt de tevlî navenda me bû û bi mere dest bi kar kir. 5 salin û heya hatî revandin li gel me bi awayek fermî kar dikir.

Ti pirsgirêka wî ya qanûnî nebû

Kemal Hesen Hemereza di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ti pirsgirêkên Silêman Ehmed ên qanûnî li herêmê nebû û got:’’Her kesek ku ne hemwelatiyê Herêma Kurdistan, yan jî Iraqê be, dema di ajansa me de kar bike, ez bi xwe hewl didim ji bo wî/wê destûra rûniştinê werbigirim. Silêman xwediyê îqameya (destûrname) Herêma Kurdistan û Iraqê bû, ji bo wê jî rê hat dayîn ku karê xwe bike. Ti pirsgirêkek ya Silêman ya yasayî nebû. Sedema revandina Silêman tenê ji ber ku di ajansa Rojnewsê de kar dikir. PDK û Barzanî Silêman Ehmed bi neheqî girtine, her kesê di ajansa Rojnews û şirketa Çetirê de kar dike, bi endambûna PKK’ê tohbetbar dikin. PDK daxwazên Erdogan û MÎT’ê bicih tîne. Hemereza derbarê hedefgirtina Rojnewsê de jî wiha got:’’Em weke Rojnews xalên ku li dijî berjewendiyên Gelê Kurdistanê ne, eşkere dikîn. Di hemû rewşan de Rojnews kariye xwe bigihîne hemû rastiyan, perdeya li ser ax firotin û peywendiyên PDK’ê yên bi MÎT a Tirk re û rastiyan ji bo xelkê xist ber çavan. Rojnews ji bo xwe weke astengiyek mezin dibînin, ji bo vê zextê li me dikin û hewl didin me bê bandor bikin.

Em dest ji rastiyê bernadin

Kemal Hesen Hemeraza derbarê rewşa rojnamevaniyê ya li Başûr jî ev nirxandin kirin:’’Desthilatê li ser bingehê bêdengkirinê xwe ispat kiriye, rojane dengên me yên azad tên revandin, terorkirin û şehîdkirin. Girtîgehên Parastin û MÎT’ê ji dengên azad tije bûne. Rewşek wiha avakirine çi kesek li Herêma Behdînan û herêmên bin destê PDK’ê de dengê xwe derbixe, bêdeng û teror dikin. Heya xwîn di laşê me de hebe û hebûna nîştimanî û netewî ya Kurdistanê ji xwe re esas bigirîn, em dev ji ragihandina rastiyan û eşkerekirina rûyê rast yê partiya Barzanî ku xwe bi MÎT’a Tirkiyeyê ve girêdaye, bernadin.