Ji ber bi stranekê 6 meh ceza lê hate birîn

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 00:43

Ji ber ku stranek li ser Girtiyên Behdînanê got, Dadgeha Dihokê 6 meh ceza Bilind Amêdî birî.

Bilind Amêdî sala borî li ser torên civakî hinek stranên xwe parvekir. Di nava stranan de parçeyek ji bo piştgiriya çalakvan û rojnamevanên Behdînanê jî hebû.

Pîşeyê Bilind Amêdî bi xwe berbertiye, lê carnan li ser torên civakî stranan jî dibêje û parve dike. Ji ber ku sala borî stranek ji bo piştgiriya Girtiyên Behdînanê belavkir, Aasyîşa Dihokê bi ser mala wî de girtibû û binçavkiribû. Piştî demekê hatibû berdan.

Ji wê salê ve gorî agahiyan gelek caran ji aliyê Asayîşa Dihokê ve hatiye binçavkirin û berdan. Gorî agahiyan niha jî Dadgeha Dihokê ji ber wê stranê, 6 meh ceza li Bilind Amêdî biriye.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.