Xiyanetê kedkarê Kurdî jî şehîd kir

Sêşem 19 Îlon 2023 - 15:53

  • Di êrişa li dijî nûneriya KNK´ê de Deniz Cevdet Bulbun şehîd bû. Deniz Bulbun yek ji dolsoz û kedkarê zina, çand, wêje û dîroka Kurdan bû. Xiyanetê û hevkariya bi dewleta Tirk re dildarekî zimanê Kurdî şehîd kir.

Êrişa li dijî nûneriya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wiha diyar e, di heman demê de êrişeke li dijî dilsoz û dildarekî ziman, wêje û çanda Kurdî bû jî. Endam û nûnerê KNK´ê şehîd Deniz Bulbun, ji rêveberên Kurdî-Dera a Geverê bû, wî li dibistana Kurdî ya li Geverê mamostetî kiribû û li akdemiya siyasetê ya Geverê jî dersên ziman, çand û dîroka Kurdistanê dane. 

Pêr li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de li buroya KNK´ê ya Hewlêrê, nûnerê Hewlêrê yê KNK´ê Deniz Cevdet Bulbun şehîd bû. Piştî şehîdbûna endamê KNK´ê Bulbun, gelek derdorên Kurd êriş rûreş kirin; lê bêndegiya PDK´ê û hikûmeta wê, kirin ku guman jê bên kirin. Dê û bavê şehîd Bulbun çûn Başûrê Kurdistanê da ku cenazeyê şehîdî wergirin. Şehîd Bulbun ji xebatkarên demdirêj ên doza Kurd û nexasim jî zimanê Kurdî û çand û dîroka Kurdistanê bû. Li ser banga KCK´ê û paşê rêxistinên li derveyî Kurdistanê, doh gelek çalakiyên li dijî hevkariya Barzaniyan a bi dewleta Tirk re hatin lidarxistin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê hatin rûreşkirin.    

 

Kurdistanî li Swîsreyê daketin meydanan

Li ser banga lezgîn a KCDK-E'yê, Kurdên li Swîsreyê û dostên wan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin meydanan.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Kurdên li Swîsreyê û dostên wan êrîşa çekdarî ya li dijî Nûnertiya KNK'ê ya li Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê şermezar kir.

Kurdan li Solothurnê, li Bahnhofplatzê, li Bern li Bahnhofplatzê, li Lozanê li
Rue Saint-Laurentê, li Luzernê li Bahnhofplatzê, li Zurîchê li ber Hauptbahnhofê, li Baselê, li Cenevreyê li Rue Pécolatê, û li Winterthurê jî li Bahnhofplatzê nava rojê û êvarê êriş û xiyaneta Barzaniyan rûreş kir.

 

Bêdengiya xiyanetê ya PDK´ê

Hîna li ser êrişa li dijî buroya KNK´ê ya Hewlêrê agahiyên kite bi kite bi dest neketine. Bi awayekî fermî , ne hikûmeta Hewlêrê û ne jî PDK´ê ti daxuyanî nedaye û ev yek jî têra xwe balkêş e û dike ku berê gumanan bizivirin ser PDK´ê. 

 

Malbat çû Hewlêrê

Piştî ku nûçeya şehîdkirina Deniz Bulbun hat bihîstin, malbata wî ya li Geverê, çû Başûrê Kurdistanê. Dê, bav û apên şehîd Deniz Bulbun ji bo ku cenazeyê kurê xwe wergirin, miracaetên fermî yên lazim dikin. 

 

Şehîd Deniz Bulbun dildarê Kurdî bû

Sala 1987´an li navçeya Colemêrgê Geverê, li gundê Dêlezê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwend û li wir, rêveberiya komeleya xwendekaran YODER´ê kir. Di dema xwendina xwe de tev li nava xebatên lêkolîna ziman, dîrok û wêjeya Kurdî jî bû. Sala 2011´an hêzên dewleta Tirk ew girtin û ew sal û nîvê xistin hepsê.

Piştî ku hate berdan, wî di şaxê Geverê yê Kurdî-Derê de rêveberî kir û ders li ser zimanê Kurdî dan. Di dibistana pêşî ya bi Kurdî ya li Geverê de ya ku sala 2014´an hate vekirin, wî ders dan.

Di navbera salên 2014-2016´an de li akademiya siyasetê ya Geverê de li ser dîroka Kurdistanê ders dan.
Wî di nava Meclîsa Gel a Demokratîk a Geverê de jî cihê xwe girt. Ji ber ku sala 2015´an di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de dewleta Tirk xwest bixe hepsê, ew sala 2016´an çû Rojavayê Kurdistanê. Li Rojava jî ew sê salan di nava xebatan de bû. Ew li vir, li ser kitêbeke elaqedarî dîrok û wejeya Kurdî xebitî.

Di dawiya sala 2019´an de ew çû Hewlêrê û wî di nava xebatên KNK´ê de cihê xwe girt. Weke endamê KNK´ê li Hewlêrê wî nûneriya KNK´ê ya Hewlêrê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.