• Li bakur rojavayê Ewrûpayê, hejmara mirovên ji ber bahoza Euniceyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 16 kesî. Bahoz bû sedema xisareke mezin a madî.

Li bakur rojavayê Ewrûpayê, hejmara mirovên ji ber bahoza Euniceyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 16 kesî. Bahoz bû sedema xisareke mezin a madî.

Bahoza Eunice ku li Îrlandayê dest pê kir, destpêkê bandor li beşeke Ingilistanê kir, piştre jî ji Fransa û Beneluxê (Belçîka, Hollanda, Luksemburg) derbasî Danîmarka û Elmanyayê bû. Li gorî saziya rêyên hesinî ya Elmanyayê Deutsche Bahn, li zêdeyî hezar kîlometreyî xisar li rêyên hesinî bûye. Li bakurê welêt jiyan tevizand.

Li tevahiya bakur rojavayê Ewrûpayê bi sedan seferên balafir û trenan hatin betalkirin.

Heta êvara Şemiyê 16 kesan ji ber bahoza Euniceyê jiyana xwe ji dest dan. Li Hollandayê 4, li Polonyayê 4, li Ingilistanê 3, li Elmanyayê 2, li Belçîkayê 2 û li Îrlandayê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku dar bi ser wan ve ket jiyana xwe ji dest dan.

LONDON