Ji ber azadiya raman qetil kirin

Duşem 14 Tebax 2023 - 00:15

Beriya niha 7 salan di 13’yê Tebaxa 2016’an de rojnamevan Wedat Husên Elî ku weke Wedat Duhokî dihate naskirin û nûçegihanê Rojnews’ê yê Duhokê bû, li taxa Malta ya bajarê Duhokê ji aliyê çend çekdarên rûyê wan girtî hate revandin. Wedat piştî revandinê bi çend saetan bi birîndarî hate dîtin. Lê piştî rakirin nexweşxaneyê di heman rojê de ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.

Rojnamevanên Hewlêrê dibêjin di oxira azadiyê de ew hate qetilkirin û bi qetilkirina wî armanc kirin ku dengê azadiyê li Behdînanê qut bikin û gotin; “Ji ber vê yekê ye eşkere nekirin, dadgeh nekirin û ne girtina kujerên Wedat. Herwiha metirsiyeke mezine li ser sînordarkirina azadiya raman, takekesî û rojnamevaniyê. Ev jî li gel rojnamevanan bûye cihê fikar û metirsiyê.”

PDK naxwaze kujer bên darizandin

Rojnamevanê ji Hewlêrê Îbrahîm Ebas behsa wê yekê dike ku, desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê bi rêya girtin û qetilkirina rojnamevanan diwaze azadiyê ji holê rake. Ji ber ku rojnamevan Wedat Husên li ser azadî û karê rojnamevaniyê hate qetilkirin ku di hemû waran de bi PDK’ê re hemfikir nebû.

Herwiha rojnamevan Îbrahîm diyar kir ku kujerên rojnamevan Wedat Husên bi awayek eşkere û zelal desthilatdar û destdirêjên herêma Behdînanê ne, lê ji ber serwernebûna hiqûqê û kujerên wî ji aliyê dadgehê ve ne hatiye cezakirin.

Îbrahîm di dewamê de destnîşan kir ku Wedat Husên şehîdê bîr û fikra azadiyê bû ku rojane karê rojnamevaniyê dikir. 

Rojnamevanek din yê bajarê Hewlêrê Wehab Ehmed hestên xwe têkildarî hempişeyê xwe şehîd Wedat Husên wiha tîne ziman; “Wedat Husên ji bo azadî, karê rojnamevaniyê hate qetilkirin. Lê mixabin heft sal bi ser qetilkirina wî re derbaz bûn lê hîn jî heta niha kujerên wî nehatine dadgehkirin û cezakirin.”

Rojnamevan Wehab da zanîn ku aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê dikarin kujerên rojnamevanan ji raya giştî re eşkere bikin û radestî dadgehê bikin, lê mixabin kujer nayên girtin û got; “Herêma Kurdistanê di aliyê azadiya ramanê û azadiya rojnamevaniyê de di rewşeke gelek xirab de ye. Heta rewş gihiştiye wê astê ku rojnamevan ji ber azadiya bîr û ramanê xwe têne qetilkirin yan jî têne girtin. Ev yek jî li Herêma Kurdistanê azadiya takekesî dike mijara nîqaşê.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.