- Dewleta Tirk a dagirker doh destê sibehê êrişî qada Garê ya li Başûrê Kurdistanê kir. HPGʼê ragihand ku helîkopterên Kobra û Skorsky yên Artêşa Tirk ne ji Bakurê Kurdistanê, lê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve hatine.
Artêşa Tirk a dagirker pêr destê sibehê di hewa û erdê re li dijî qada Garê ya Başûrê Kurdistanê êrişeke dagirkeriyê dest pê kir. Der barê vê êrişê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGʼê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HPG’ê de der barê êrişê de agahî têne dayîn û tê gotin: ”Artêşa Tirk 10’ê Sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Saet ji 03:00ʼê şevê heta saet 06:00ʼê ber destê sibehê, zeviyên gundên Gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehan carî hatin bombardûmankirin. Derdora gundê Çemrobotkiyê saet di 04:30’î de du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hate bombekirin. Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundên Yekmalê û Siyanê bombardûman kirin.
Helîkopter ji alî Başûr ve hatin
Li gel bombardûmana balafirên şer û helîkopterên Kobra, dagirkeran xwe li gundê Siyanê danîn. Li vê derê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî, şer hîn jî dewam dike. Hêzên me li helîkopterên Kobra û Skorsky ên dagirkeran xistin, helîkopterên dagirkeran piştre ji herêmê çûn.
Dagirkerên ku tevlî vê operasyona ji bo dagirkirina Garê bûne, ne ji Bakurê Kurdistanê lê belê ji Başûrê Kurdistanê bi helîkopterên Kobra û Skorsky hatin herêmê.”
Êrişên hewayî
HPG’ê li ser êrişên hewayî yên li herêmên din jî agahî da. Di vî warî de wiha tê gotin: ”30’e Çileyê saet li 12:10’an qada Aris Faris a herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.
30’ê Çileyê saet di 12:00 de qadên Cîlo ya Biçûk û Karker ên herêma Zê bi balafirên şer hatin bombekirin.
2’ê Sibatê saet di navbera 10:30-12:30’î de derdora gundê Şînê yê çiyayê Mamentiyê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû.”
Êrişa gerîla ya hewayî
HPG’ê li ser çalakiya Hêzên Parastina Hewayî jî ev agahî da: ”Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ 9’ê Sibatê saet di 07:30’î de li dijî dagirkerên li ser girê Mêrganîşê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî çalakiyeke bombeyî kirin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat.” n
ANF/BEHDÎNAN