Ji Başûr derkeve

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 03:12

Bi pêşengiya Hizba Komunîst a Kurdistanê, li ber derê parlamentoya Herêma Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di daxuyaniya li ber derê parlamentoyê de hatî xwendin de hate gotin; “Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe ya li hemû herêmên Kurdistanê. Divê dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê were derxistin.

Divê lihevkirina Iraq û dewleta Tirk ya li ser parastina sînor were hilweşandin û divê sînorek ji bo dagirkeriya dewleta Tirk re were danîn. Divê dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê were derxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî lihevkirinên navnetewî yên taybet girêdayî parastina jîngehê, talankirina jîngeh û birîna daran, sûcê şer e. Divê hemû xweza were parastin.

Hate gotin ku rejîma Îran jî li hemberî gel binpêkirinan dike û herî dawî jî bi girtina çavkaniyên avê ya ser herêmê, metirsiyeke mezin li ser jîngeh û welatiyên Herêma Kurdistanê çêkiriye.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.