Ji azadiyê wêdetir ti rê nîne

Pêncşem 14 Adar 2024 - 01:24

  • Hêlîn Umît diyar kir ku qirkirin û tenêhiştina li gelê Kurd tê ferzkirin ji qirkirina li ser gelê Fîlîstînê girantir e û got: Ji ber vê divê em têkoşîna xwe ya azadiyê bi dengekî bilind bigihînin cîhanê.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke Medya Haber TV bû û mijarên di rojevê de nirxand. Hêlîn Umît bi bîr xist ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin hîn jî dewam dike û got:"Em bi rastiyeke rêbertî re rû bi rû ne ku her roj hîn bêhtir digihêje asta rêbertiya gerdûnî. Ya rast, her ku rastiya Rêber Apo tê fêhmkirin gelên cîhanê, jin, ciwanên cîhanê hîn bêhtir xwedî lê derdikevin. Ji Latîn Emerîkayê heta bi Asyayê, ji Rojhilata Navîn heta bi Emerîkayê li her derê dikare bê dîtin."

Hînbûna qirkirinan pirr xerab e

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît qurbaniyên Komkujiya Helebceyê ya sala 1988'an, Komkujiya Gaziyê ya sala 1996'an, komkujiya sala 2004'an bi rêzdarî bi bîr anî û got:"Bandora komkujiya Helebceyê hîn li ser me heye. Civaka Başûr Komkujiya Helebceyê çiqasî fêhm bike û bi pirsên 'Armanca wê komkujiyê çi bû, çi dihate xwestin ku bê kirin?' rû bi rû bibe, wê ewqasî jî karibe bibe xwedî îrade. Lê belê çiqasî ji vê rastiyê bireve û bi xwediyên vê komkujiyê re rû bi rû nebe ewqasî jî wê ji xwebûnê dûr bikeve. Rastiya Sedam ev komkujî kir. Li Qamişloyê rejîma Baasê ya Esad kir. Komkujiya Gazî jî ji aliyê netewe dewleta Tirk ve li hemberî Elewî û Kurdan hate kirin. Lê belê sedema van hemûyan kî ye? Kê ev sîstem ava kiriye? Xwediyê esasî yê vê sîstemê kî ye? Ji ber vê yekê civaka Kurd neçar e bi vê yekê re rû bi rû bimîne. Lewma civaka Kurd nikare bi modernîteya kapîtalîst re li hev bê. Lewma neçar e ku sîstema xwe ya azadiyê ava bike. Hînbûna li qirkirinê tiştekî nebaş e. Qirkirin bûye pênaseyeke welê ku em rojane bi kar tînin. Gelo em çiqasî cidiyet û giraniya vê pênaseyê fêhm dikin? Jiyana bi qirkirinê re tê wateya ketina ji mirovahiyê. Bersiva ku em bidin van rojên komkujiyê zindîhiştina hiş û bîra xwe ye. Hesab ji berpirsyarên komkujiyan bê pirsîn. Mînak niha li Xezeyê gelê Fîlîstînê tê qirkirin. Têkoşîneke mafdar a gelê Fîlîstînê heye. Bêguman divê mirov li gel be. Lê belê yên ku ji bo Kurdan dengê xwe nakin, kevirekî bi tenê neavêjin, her cûre paşverûtiyê didin pişt xwe û li ber cîhana li dijî Kurdan dengê xwe nakin, nayê qebûlkirin. Qirkirin û tenêhiştina li ser Kurdan tê ferzkirin tiştekî gelekî cuda ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo got, 'Bi qasî gelê xwe bi tenê me'. Belê em niha bi têkoşîna xwe vê yekê dişikînin. Binêrin li cîhanê dostên gelê Kurd jî hene. Lê belê kêm e, têrê nake. Gelê me divê têkoşîna xwe hîn bêhtir bimeşîne."

Hilbijartin şêweyeke berxwedanê ye

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît hilbijartinên xwecihî nirxand û got:"Dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne, teslîm bigire û di vê polîtîkayê de israr dike. Li hemberî vê yekê hilbijartin ji bo gelê Kurd vediguhere şêweyekî berxwedanê. Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku girîng e gelê Kurd îradeya xwe li her derê bi rêxistin bike, berjewendiyên xwe çi be li gorî wê tevbigere û got:"Ji ber ku pêwîstiya xwe bi vê yekê heye. Îradeya xwe hemû ji dest tê wergirtin. Gelê Kurd civakeke biharê ye, civakeke Newrozê ye. Bi dîtina min ev yek wê bi vî rengî bandorê li hilbijartinê jî bike."

Newroza Rêbertiyê ya 52’an

Hêlîn Umît anî ziman ku cejna berxwedanê Newroz ji bo Kurdan xwedî rabirdûyeke dirêj e û got:"Lê belê ji bo dema nêz, dibe Newroza Rêbertî ya 52’an. Rêbertî di rojeke Newrozê de dest bi vî karî, dest bi têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdan kir. Gelê Kurd jî xwe spart vê yekê û bû gelekî Newrozê. Newroz ji cejnê wêdetir veguherî rojekê ku gelê Kurd hebûn û azadiya xwe nîşan da. Li ser vê bingehê kir malê hemû gelên Rojhilata Navîn. Di serî de gelê Kurd her kesên dilxwazên azadî û demokrasiyê di Newroza îsal de divê bi hişmendiya Newrozê bi coşeke mezin têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin. Bang li her kesî dikim ku li her qadê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Divê welê bibe ku dengê Kurdan di vê Newrozê de careke din bandorê li cîhanê bike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.