Ji axê heta ser sifreyê girar!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 18 Îlon 2023 - 00:02

OZNÛR DEGER / JINNEWS / MÊRDÎN

Jinên gundê Hêşeriya Qoser a Mêrdînê xwarina herî girîng a mutbexa Kurd, girarê di sîtilan de kelandin. Sîtilên girarê ku weke kevneşopiyekê ne, ji aliyê zarokan ve jî eleqeyek mezin dîtin. Genimê ku payîzê di meha cotmehê de tê çandin havînê tê rakirin û bi rakirina berhemê re genim ji bo girar û ard tê paqijkirin. Genimê hişk ji bo girar, yê nerm jî ji bo ard tê veqetandin. Piştre genimên ji bo girarê bi keda jinê tê parzûn kirin û di sîtilan de tên kelandin û tê raxistin. Du rojan di bin rojê de dimînin. Hebên girarê ku baş hişk dibin, ji bo hêranê dişînin aş. Piştî vê girar ji bo ser sifreyan amade ye.

Keda jinê ya li ser sifreyan 

Zehra Ertaş çêkirina girarê ku berê weke kevneşopiyekê bi komî di sîtilan de dihat çêkirin wiha vegot:“Ji berê de em girara xwe çêdikin. Ji sîtilan tenekeyek me ji bo zarokan derdixist. Piştî dikeliya me li zarokan belav dikir. Berê me hemû gundiyan an jî bi dorê dikeland. Piştî rakirina berhem me girar dikeland. Du roj sê rojan me li ber rojê hişk dikir piştre dişand aş. Piştre makîneya şeîreyan dihat gund. Ji bo şeîreyan me hevîr dikir û diqeland. Me jî şeîreyên xwe bi girar re li nav hev dixist. Me berê her tişt bi keda destê xwe dikir. Lê niha em bi makîneyan dikin. Di hefteyekê de me girara xwe amade dikir û ji bo ser sifreyan amade bû.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.