- Gerîlayên HPG û YJA Starê, li Amed, Heftenîn, Avaşîn û Zapê çalakî li dar xistin. Gerîlayan derb li helîkoptereke êrişê, mobesseyekê û çeperekî xistin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li Amed, Heftenîn, Avaşîn û Zapê çalakî li dar xistin. Gerîlayan derb li helîkoptereke êrişê, mobesseyekê û çeperekî xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da û got, "28'ê Cotmehê saet di 22:30'î de li navçeya Pasûrê ya Amedê hêzên me li dijî qereqola Mîlîkayê çalakiyeke koordîneyî kirin. Di encama vê çalakiyê de derbên xurt li nîzamiye û birceke li qereqolê hate xistin. Hejmara dagirkerên di encama çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.
Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Amedê şehîd bûn hate lidarxistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftenînê; 30'ê Cotmehê saet di 11:50'î de hêzên me yên YJA Starê li Girê Koordîneyê yê li qada Pîrbilayê bi çekên giran derb li dagirkeran dan. Di encama çalakiyê de gerîlayan serketî derb li hedefên diyarkirî xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 30'ê Cotmehê saet di 08:30'î li qada Mervanosê ya Avaşînê û li qada Mûnzûrê ya herêma Zapê li dijî hêzên dagirker 2 çalakî hatin kirin. Di encamê de derb li sîstemeke kamera ya mobesse û çepereke dagirkeran hatin xistin.
31'ê Cotmehê saet di 12:40'î de li Cîloyê Piçûk ê herêma Zapê, 2 tîmên me bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
31'ê Cotmehê saet di 11:00 de li Kela Bedewê ya herêma Zapê hêzên me ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xistin. Bi rengekî serketî derb li hedefên diyarkirî hatin xistin.
31'ê Cotmehê saet di navbera 20:00-20:20 de li herêma Zapê, hêzên me li helîkoptereke êrişê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne. Helîkopterên êrişê yên dagirkeran neçar man ji herêmê biçin.
30'ê Cotmehê saet di navbera 19:00-21:30'î de li herêma Avaşînê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin."
BEHDÎNAN