Ji 69 welatan 256 film

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Sibat 2022 - 22:06

  • 72’emîn Festîvala Filman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlinale) dest pê kir.

72’emîn Festîvala Filman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlinale) dest pê kir.

Festîvalê, bi nîşandana filma derhênerê Fransî, Francois Ozon a bi navê “Peter von Kant” dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya festîvalê, Wezîra çand û medyayê ya Elmanyaya Federal, Claudia Roth kir. Roth kêfxweşiya xwe ya ji bo lidarxistina festîvalê bi lêv kir û got, tiştekî pirr baş e ku li gel astengiyên ji ber vîrusa koronayê jî festîval tê lidarxistin.

Di festîvalê de ji 69 welatan bi giştî 256 film wê werin nîşandan. 18 film wê ji bo xelata Hirça Zêrîn bikevin pêşbirkê.

Roja Gel a festîvalê ku berî pandemiyê rojeke tenê bû, îsal wê 4 roj bin û 17 ta 20’ê Sibatê wê rojên gel bin.

Festîvala Filman a Berlînê ya Navneteweyî wê di 20’ê Sibatê de bi dawî bibe.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.