Ji 2015’an ve şerê bênavber
Şemî 2 Cotmeh 2021 - 01:01
- Bêrîtan Dersim diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve şer bi rengekî bênavber dewam dike û got, “Lê belê bi şerê Garê re derbasî qonaxeke nû bû. Wan dixwestin ku navenda gerîla kontrol bikin. Lê belê planên wan li Garê têk çûn. Ev yek ne tenê têkçûna dewleta Tirk bû, têkçûna NATO’yê bû.’’
Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim berxwedana gerîla ku bi mehan e dewam dike ji Stêrk TV re nirxand. Bêrîtan Dersim diyar kir ku dewleta Tirk 5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê cîhan bêdeng e û got, “Hêzên navneteweyî, dema ku mijar Kurd be, êrişên kîmyewî qebûl dikin.”
‘Ev êriş li Îmraliyê hatin destpêkirin’
Bêrîtan Dersim anî ziman ku êrişên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi êrişên dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û wiha peyivî, “Êrişên ku li Îmraliyê dan destpêkirin li her qada ku gelê Kurd lê ye belav kirin. Şerê ku Erdogan ê mafya niha dimeşîne şerekî li dijî mirovahiyê ye. Li dijî mirovahiyê sûc dikin. Ev êriş li Îmraliyê hatin destpêkirin. Êriş niha li 4 parçeyên Kurdistanê belav bûne. Li her cihî şer diqewime. Armanca wan lawazkirin û teslîmgirtina PKK’ê ye. Ew jî zanin ku nikarin gerîla îmha bikin. Rêbertî niha bi rengekî mezin li ber xwe dide.
Dixwazin Rêbertî teslîm bigirin. Lê belê Rêbertî got ku ew bi mîlîmekê jî paşve nayê. Gerîla jî li ser xeta berxwedanê ya Rêbertî têdikoşe. Em ne tenê li hemberî dewleta Tirk şer dikin, li hemberî me NATO heye. Çekên ku Tirkiye bi kar tîne çeçkên hêzên NATO’yê ne.”
Bi şerê Garê re derbasî qonaxeke nû bû
Bêrîtan Dersim diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve şer bi rengekî bênavber dewam dike û got, “Lê belê bi şerê Garê re derbasî qonaxeke nû bû.
Wan dixwestin ku navenda gerîla kontrol bikin. Lê belê planên wan li Garê têk çûn. Ev yek ne tenê têkçûna dewleta Tirk bû, têkçûna NATO’yê bû.
Bêguman encamên vê têkçûnê nîqaş kirin. Piştre jî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kirin. Ji 23’ê Nîsanê û vir ve li xeta Metîna, Zagros, Avaşîn û Bakur êriş bênavber dewam dikin. Dewleta Tirk çeteyên xwe yên ku ew perwerde kiriye, tîne û di berdêla pereyan de dide şerkirin. Yên li dijî gerîla şer dikin çeteyên Erdogan e. Ji wan hebû ku di nava hefteyekê de, di nava 10 rojan de karibin encamê bi dest bixin. Dîtin ku bi vî rengî nîne. Belê, dibe ku li çend giran bi cih bûn, lê belê nikarin li wir bisekinin. Xwe ji hin cihan vekişandin. Piştî ku dîtin nikarin encamê bigirin dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.”
Her wiha Bêrîtan Dersim bi bîr xist ku hêzên navneteweyî bi hinceta ku çekên kîmyewî bi kar tînin sala 2003’an ketin nava Iraqê û wiha dewam kir:
“Her wiha, bi gotina ku Beşar Esad çeka kîmyewî bi kar aniye, gelo pêkanîn lê ferz nekirin? Bi hinceta ku çeka nukleerê çê dike Îran dorpêç nekirin? Wê demê çima li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan ranabin? Hevkarê dewleta Tirk e. Saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî çima bêdeng in? Divê ew jî nerazîbûnê nîşan bidin. Çekên kîmyewî sûcekî gelekî mezin e. Gelo kuştina Kurdan û gerîla bi çekên kîmyewî tiştekî rewa ye? 5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî têne bikaranîn, kes dengê xwe dernaxîne. Tevî vê yekê jî li hemberî îradeya gerîla nikarin encamê bi dest bixin. Gerîla bi îrade, fedayîtî û berxwedana xwe nîşan dide ku dijmin çawa têk diçe.”
‘Divê PDK dest ji xiyanetê berde’
Têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, Bêrîtan Dersim wiha qise kir: “Dewleta Tirk dema ku fêhm kir ku li hemberî gerîla têk diçe, PDK xiste dewrê. Divê PDK dest ji xiyanetê berde. Li ser xeta xiyanetê ye, bi Tirkan re hevkariyê dike. Eger ne ji PDK’ê bûya dewleta Tirk nikarîbû gavekê jî biavêje. Bi hev re li dijî gerîla operasyonê dikin. Êdî bes e bila dest ji vê xiyanetê berdin! Haya xelkê me yê Başûr jî ji vê xiyanetê heye. Em bi krîza li Başûr zanin. Gel mayinde ye, têkoşîn mayinde ye, PKK mayinde ye, lê Erdogan ê çûyînê ye. Malbata Barzanî bila li ser Erdogan hesaban neke, naxwe wê li naverastê bimîne! Ne PDK, lê malbata Barzanî! Hesabên xwe hemû li ser Erdogan û Bahçelî kirine. Malbata Barzanî li Başûr bûye hêzeke hegemonîk. Ji aliyekî ve dixwaze YNK lawaz bibe, li aliyê din jî dixwaze partiyên din ên muxalefetê tune bibe. Destûrê nade ku ji bilî malbata Barzanî kes biaxive. Gel perîşan kirine.
‘Eşkere û zelal bikin bê dijminê we kî ye?’
Em zanin ku gelê Başûr çawa welatparêz e, çiqasî ji PKK’ê û gerîla hez dike. Dibe ku niha ji ber ku ditirse dengê xwe nakin, lê belê divê li dijî vê xiyanetê helwestê nîşan bidin. Pêşmerge li dijî dijmin rahiştibû çekê, gelo em dijmin in? Ez ji pêşmergeyan dipirsim, gelo we li dijî gerîla rahiştin çekê? Eşkere û zelal bikin bê dijminê we kî ye? Pêşmerge û gerîla bira ne, careke din bang dikim; werin em bi hev re li dijî dijmin di heman çeperê de şer bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN