Rojev

Ji 200 kesên navdar banga aştiyê

Şemî 29 Adar 2025 - 03:35

Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de 200 kes ji bo piştgiriyê bidin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hat dayîn de hat diyarkirin ku wan ‘Banga Piştgiriya Hewldanên Aştiyê' ji bo îmzeyan vekirine û banga piştgiriyê li her kesî kirin. Di daxuyaniya bi sernavê 'Banga Piştevaniya Hewldanên Aştiyê' ya bi îmzeya 200 kesî hat kirin de ev tişt hatin gotin:“Banga Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibata 2025'an de ji bo aştiyê kir, ji bo Tirkiye û gelê Kurd dîrokî ye. Bi vê bangê re tê xwestin ku dawî li pevçûnên bi dehan salan were û rê li ber civaka demokratîk were vekirin. Di heman demê de ev bang ji bo li Tirkiye û Rojhilata Navîn aramî û parastina mafên mirovan bê misogerkirin û teşwîqî lihevkirinê bike, derfeteke girîng e. Divê hemû alî vê kêliya dîrokî binirxînin û ji bo aştî û edaletê bi hev re bixebitin. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) a ku bersiva erênî da banga Abdullah Ocalan, geşedaneke wêrekî ye û cihê kêfxweşiyê ye. Beşdarbûna Abdullah Ocalan a pêvajoya aştiyê û ji bo serketina wê gelekî girîng e. Abdullah Ocalan ku 25 sal in di girtîgehê de tê girtin, divê serbest bê berdan. Ev wê tenê mafên bingehîn misoger neke, di heman demê de wê ji bo gelê Kurd bibe misogeriya bidestxistina mafan. Em kesên ku vê daxuyaniyê îmze kirine, bang li Tirkiye û hemû aliyên peywendîdar dikin ku ji bo aştiyeke mayînde gavên bibiryar bavêjin. Em bang li hemû rewşenbîr, tevger û aktîvîstên jinan, hunermend, akademîsyen, rojnamevan, parêzer, aktîvîstên mafên mirovan û civaka sivîl dikin ku vê daxuyaniyê îmze bikin û piştgiriyê bidin banga me. Divê ev pêvajo bibe sedema avakirina civakeke ku Tirk û Kurd tê de di nava aştî, wekhevî û azadiyê de bijîn û bi hev re li siberojeke baştir binêrin. Ji bo pêkanîna wê û aştiya li Tirkiyeyê bandorek veguherîner li ser herêmê bike, piştgiriya civaka navneteweyî jiyanî ye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Rojev

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.