Di lêkolîneke par weşandî de lêkolerên tibê Ehsan Malekara, Mana Pazhouhi, Iraj Rashidi û Cyrus Jalili berê xwe dane jehra marekî çiyayên Kurdistanê. Navê ilmî yê vî marî Vipera Raddei Kurdistanica ye. Li Kurdistanê jê re margîsk yan jî maregîsk tê gotin. Ew herî zêde metroyekê dirêj dibe, kêm caran mêyên wan ji metroyekê dibihurin. Jehra wan dikare kujer be û heger bi mirov ve bidin, divê mirov bi panjehrê bên dermankirin.

Lê van zanyarên tibê yên li jor navbirî, ji bo pêşî li belavbûna şaneyên kanserî û kuştina van şaneyan, jehra vî marê çiyayên Kurdistanê ceribandine. Lêkoler dibêjin, di ceribandinên beriya yên wan de hin jehrên maran di meseleya pêşîgirtina li belavbûna şaneyên kanserê de hin tesîr nîşan dane. Û wan bi lêkolîna xwe lê nihêriye ka jehra margîskên çiyayên Kurdistanê tesîreke çawa li şaneyên kansera sîngê dike. Ev kanser li cîhanê di nava jinan de ya herî zêde belav e. 

Wan çend awayên pîvana tesîra jehrê li ser şaneyên kanserê (pençeşêrê) bi kar anîn û di encamê de wan dît ku "Piştî dermankirineke 24, 48,72 û 96 saetan [rojek, 2 roj, 3 roj û 4 rojan] zindîbûna şaneyên [kanserê] kêm bûye li gorî dozaja hatiye bikaranîn û dema dermankirinê. Tesîra jehrê jî li ser şaneyên sîngê yên ne nexweş gelekî kêmtir bû ji şaneyên bi kanserê ketî. Xwekuştina şaneyên (Apoptosîs) kanserê gelekî zêde bû."

Weke encam lêkoler dibêjin, "Ev dane dikin ku em qebûl bikin ku jehra vipera raddei kurdistanica tesîreke kuştina şaneyan dike bi rêya çalakkirina apoptosîsa (çerxa xwekuştinê) di şaneyên kanserê yên sîngê de."
Lêkolîn di "Research in Pharmaceutical Sciences" de par hatiye weşandin.

FRANKFURT