- Jean-Luc Godard 91 salî wefat kir. Ew hosteyê “Nouvelle-Vague (Pêla Nû)” ya sînemaya Fransî, derhênerê tesîrker ê dîroka sînemayê bû.
Jean-Luc Godard 91 salî wefat kir. Ew hosteyê “Nouvelle-Vague (Pêla Nû)” ya sînemaya Fransî, derhênerê tesîrker ê dîroka sînemayê bû.
Derhêner Jean-Luc Godard Swîsrî-Fransî bû. Doh malbata wî da zanîn ku Godard miriye. Ew yek ji navdartirîn derhênerên sînemaya Fransî yên Pêla Nû ye. Di salên 1960´î de sînemaya wî tesîr li sînemaya dinyayê jî kir.
Bi filmên weke “Bêhnlêçikiyayî (À bout de souffle; 1960)” û “Pierrot ê dîn (Pierrot le fou; 1965)” wê mohra xwe li sînemaya salên 1960´î da. Sala 2010´an wî xelateka Oscarê ji bo berhemdariya xwe ya weke derhêner wergirt.
Wî bêhtirî 40 filmên dirêj, gelek kurtefilm, belgefilmên ceribandinê, filmên ceribandinê yên întelektuel û vîdeoyên muzîkê çêkirin.
Şoreşger û “zarokekî netebte”
Godard di bazara sînemayê de weke şoreşger û “zarokê netebte” dihat nasîn. Ew sala 1930´î li Parîsê weke zarokê malbateke tekêlhev a Fransî û Swîsrî ya xweşhal hat dinê. Bavê wî doktorekî çavan ê Swîsrî bû. Jean-Luc tevî sê xwîşkên xwe li welatê bavê xwe mezin bû, lê paşê malbat sala 1943´yan li Parîsê vegeriya. Godard filma xwe ya pêşî sala 1954´an çêkir: “Opération Béton (Operasyona Betonê)”, ev belgefilmeke li ser projeyeke bendavê bû.
Bi filma wî ya Bêhnlêçikiyayê, aktor Jean-Paul Belmondo navdar bû. Piştî qezayeke trafîkê ya salên 1970´yî, wê hêdî hêdî xwe ji çêkirina filman da alî. Wî dixwest sînemayê bi şoreşekê biguhere û dilsozê vê daxwaza xwe ma.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî mirina Jean-Luc Godard got, Fransayê “xezîneya xwe ya neteweyî” ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN