Îtiraf têr nake divê lêborînê bixwazin
În 18 Tîrmeh 2025 - 03:40
Rojek piştî ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de çekên xwe şewitand, Serokkomar Erdogan bi daxuyaniyekê qala kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan û qetilkirina sivîlan a di salên 1990’î de kir û li sûcên wê demê mikur hat. Erdogan işaret bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk kir û ji bo bûyerên bi heman rengî careke din rû nedin bal kişand ser komîsyona bê avakirin. Erdogan ku qala sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema xwe de nekir, têkildarî sûcên hatin kirin lêborîn nexwest. Wê demê 15 hezar kes bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin, bi deh hezaran gund hatin şeiwtandin û bi milyonan mirov neçar hatin hiştin ku koç bikin. Talîp Tepe ku şahidî ji vê zextê re kir, anî ziman ku ji bo aştiyeke ji dil divê desthilatdarî ne tenê mikur bê, her wiha lêborînê ji malbatan bixwaze. Ji malbata Talîp Tepe 2 jê bi kiryarên nediyar 6 kes hatin qetilkirin. Cenazeyê biraziyê wî Abdurrahîm Tepe jî piştî ku li Goristana Garzanê hate veşartin bi kepçeyan hate derxistin û 10 sal in li cenazeyê wî digerin. Birayê Talîp Tepe Seyfettîn Tepe û biraziyê wî Ferhat Tepe dema rojnamevantî dikirin li Bedlîsê bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin Ferhat Tepe yê 19 salî dema nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû di 28’ê Tîrmeha 1993’an de li Bedlîsê hate revandin û 4’ê Tebaxê li qiraxa Gola Hazarê ya Xarpêtê ji aliyê masîgirekî ve mirî hate dîtin. Li gel serlêdana malbatê û hewldanên hiqûqî bûyera kuştinê nehate zelalkirin. Piştî qetilkirina Ferhat Seyfettîn Tepe pênûsa wî li erdê nehişt û bû nûçegihanê Batmanê yê rojnameya Yenî Polîtîkayê. Di 25’ê Tebaxa 1995’an de li Batmanê hate binçavkirin, ew birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Bedlîsê. Di 29’ê Tebaxa 1995’an de 27 salî bû. Hate îdîakirin ku Seyfettîn di binê çavan de dawî li jiyana xwe aniye. Li gel ku sal di ser kuştinê re derbas bûn, hîn jî nehatiye ronîkirin. Talîp Tepe diyar kir ku divê êşkence û sûcên li dijî mirovahiyê neyên jibîrkirin û destnîşan kir ku ev sûc ewqasî giran in ku bi mikurhatinekê bi tenê nabe bê nirxandin. Talîp Tepe anî ziman ku bi salan e zext û êşkence li gelê Kurd tê kirin, lewma divê lêborîn jê bê xwestin û got:“Gelek windahiyên me çêbûn. Em naxwazin kesek jiyana xwe ji dest bide. Pêvajoyeke ji dil divê bi lêborîna ji ber van sûcan destpê bike.”
Divê bi sûcên xwe re hevrû bibin
Talîp Tepe diyar kir ku bi salan zilm li gelê Kurd hate kirin, ev êş divê êdî bi dawî bibe û got:“Gelê Kurd ewqasî têkoşiya, zilm li kesî nekir lê belê gelekî zilm li vî gelî hate kirin. Em dixwazin ku êdî ev bi dawî bibe. Bila zimanê me yê dayikê serbest be, em mafên xwe yên qanûnî û destûra bingehînî dixwazin. Bila mirov nemirin, êşkence li kesî neyê kirin, her kes bi zimanê xwe yê dayikê bistirê û jiyana xwe bi vî rengî dewam bike.”
Talîp Tepe bang li dewletê kir ku bi zilma hatiye kirin re rû bi rû bibe, lêborînê bixwaze û got:“Ji ber kuştinên kiryar nediyar û êrîşên li goristanan hate kirin divê dewlet lêborînê bixwaze. Divê dewlet ji malbatan lêborînê bixwaze. Ne tenê ji me divê ji tevahiya malbatan, ji tevahiya gelê Kurd lêborînê bixwaze û bi vî rengî pêşî li jiyana bi hev re veke. Êşkence û zilm nema ku vî gelî nedîtiye. Çi kuştinên kiryar nediyar, çi jî êrîşên li hemberî goristanan... Ji bo ev pêvajo baş bi rê ve biçe divê zilma hatiye kirin bibînin, pê re rû bi rû bibin û lêborînê bixwazin.”
ANF/BEDLÎS