Îsraîlê heta Remezanê wext da

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:19

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, diyar kir ku ew bi biryar in êrîşî Refahê bikin, HER wiha wezîrê kabîneya şer Benny Gantz jî got 'dîlgirtî heta meha Remezanê venegerin malên xwe' wê şer li her derê bidome

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu got, "Her kesê ku dixwaze pêşî li operasyona me ya li Refahê bigire, tê wateya ji me re dibêje ku di şer de têk biçin. Ez ê li hember vê yekê serî netewînim.”

Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de destnîşan kir ku ew armanc dikin li dijî Hamasê "serkeftinek tekûz" bi dest bixin.

Li gorî endamê kabîneya şer Benny Gantz, êrîş wê bi rengekî koordîneyî û di çarçoveya diyaloga bi 'hevparên Emerîkî û Misirî' re bê kirin.

Gantz, diyar kir ku ji bo ‘sivîl bi ewlehî-hêsanî werin tehliyekirin û hejmara windahiyan kêm bibe’amadekariya wan heye. 

Îsraîlê heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye ka wê sivîlan bi çi awayî û tehliyeyê kur bike.

Gantz li Qudsê got, "Eger dîlgirtî heta meha Remezanê venegerin malên xwe, wê li herêma Refahê jî di nav de li her derê pevçûn dewam bikin."

Wezîrê Îsraîlê got, "Vebijarkek Hemasê heye. Ew dikare teslîm bibe, dîlgirtiyan serbest berde û sivîlên li Xezeyê dikarin cejna Remezanê pîroz bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.