Îşkence li girtiyê nexweş kirin
Şemî 8 Sibat 2025 - 02:55
Çetîn Tutkun ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, ji malbata xwe re got ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye lêdan xwariye û got:"Li girtîgehê îşkence û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û gef lê tên xwarin."
Çetîn Tutkun li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin. Tutkun, di sala 2012’an de li navçeya Qereyazi ya Erziromê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Çetîn Tutkun bi îdiayên weke “endamtiya rêxistinê”, “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, “bi plangerî hewl da peywirdarê cemaweriyê bikuje” û “propagandaya rêxistinê” hate tawanbarkirin. Doza Çetîn Tutkun li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê hat lidarxistin û di sala 2013’an de cezayê muebbetê û 28 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Çetîn Tutkun, sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê hate kirin. Nexweşiyên Çetîn Tutkun ên weke sendroma ling, tîroîd, gastrît, ulser, apneya xewê, eciqîna rehikên piyan û varîsê hene.
Gefa kuştinê lê tên xwarin
Çetîn Tutkun li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku bi hinek binpêkirinên mafan rû bi rû maye. Kurê Çetîn Tutkun, Birûsk Tutkun diyar kir ku bavê wî li girtîgehê zext lê hatiye kirin, muameleya xerab lê tê kirin û gefa kuştinê lê tên xwarin. Birûsk Tutkun, wiha domand: “Bavê min got ku di demên berê de jî girtiyek ji ber heman zextan miriye û niha jî heman gef li wî tên xwarin. Bavê min got ku dozgerê girtîgehê, gardiyan û midûr gef li wî xwarine. Anku ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye, tundiya fîzîkî lê hate kirin. Em dizanin ku her kesên vê sepanê red dikin bi heman muameleyê rû bi rû dimînin.”
Gef lê tên xwarin
Birûsk Tutkun, axaftina xwe wiha qedand: “Me bi hiqûqnasan re hevdîtin kir û dosya bi hûr û kûr lêkolîn kir. Sûcekî ku ceza were dayin nayê dîtin. Tevî ku tu delîlên şênber nînin jî tenê ji ber axaftinên rojane yên li ser telefonê ev ceza lê hatiye birîn. Ev yek, bi eşkereyî binpêkirina maf e. Ji bo van binpêkirinên li dijî bavê min, ez bang li saziyên hiqûqê dikim. Girtî, ji mafên xwe yên herî sereke bêpar tên hiştin. Li girtîgehê îşkence û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û gef lê tên xwarin.”
MA/ERZIROM