Îşaretên Ogham û zimanekî kevnar

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:25

Bexçevanî karekî xweş e. Ji bo aramî û ruhê insan gelek sûdewar e. Lê ji bilî van tiştan hin caran gava mirov baxçevaniyê dike gelek tiştên balkêş jî derdikevin pêşberî mirov. Yanî hin tiştên ku ji bin axê derdikevin mirov matmayî dihêlin. Nexasim jî gava alavek an jî berhemekî dîrokî ji bin axê derdikeve kela canê mirov bêhtir radibe. 

Graham Senior ku baxçevanekî Ingilîz e li baxçeyê mala xwe berhemekî dîrokî yê balkêş dît. Erê hin caran kevirên nav baxçe mirov aciz dikin lê vê carê wî kevirekî cuda dîtibû. Kevirekî dîrokî ku li ser îşaret û sembol hebûn. Senior vî kevirî bire malê û şûşt. Piştî ku bi avê şûşt sembolên li ser kevir ku dişibin xêzan baştir ferq kir. Wî vî kevirî teslîmî pispor û arkeologan kir. Li gor encamên lêkolînên pisporan ev xêzên li ser kevir pergala nivîsa ya Îrlandî ku di Serdema Navîn de hatiye bikaranîn temsîl dikir.

Fraham Senior hestên xwe wiha anî ziman; “Bi rastî jî gav çav bi vî kevirî ketim kela canê min rabû. Serê pêşî min got qey ew salnameyek e. Lê paşê bi alîkariya pisporan fêr bûm ku ew kevirekî ‘ogham’ e û xêzên li ser 1600 sal berê hatine qewartin. 

Pergala kevnar a nivîsa Îrlandî

Ogham an jî alfabeya Kelt pergala nivîsê ya herî kevnar a Îrlandayê ye. Li gorî malpera History Today; “Şêwaza resen ya Ogham ji zimanê Galî pêk dihat ku bi giştî 80 dengan temsîl dikir. 20 sembol li gor mane û temsîliyeta xwe ji hev hatibûn veqetandin. Her sembolek an jî herfek bi xêz û derbên li ser kevir dihat temsîl kirin. Îşaretên Ogham beriya ku parşomen bibe malzemeyê nivîsê yê popûler di Serdema Navîn de li ser keviran dihatin qewirandin. Tenê ne kevir ev îşaret li ser malzemeyên darîn jî hatin qewirandin. Piştî ku alfabeya Latînî hate bikaranîn ev îşaret bi wextê re hatin jibîrkirin.

Mînakên Ogham ku heya niha ji bin axê derketine bêhtir navên kesan temsîl dikin. Heta niha li Îrlanda, Gal, Skoçya û Girava Man gelek berhemên bi vî rengî hatine kifşkirin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.