Kampnayaya Kurdistanê biparêze (Defend Kurdistan) bang kir da ku xelk îro û sibe çalakiyan ji bo rûreşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava protesto bike.
Defend Kurdistan dibêje, “Çi mîtîng, çi meşên protestoyî, çi belavkirina belavokan, çi jî çalakiyên zextê li siyaseta dewletê bikin: Em dikarin bi rê û rêbazên cuda bêdengiya beramberî êrişên li dijî projeya şoreşger a Rêveberiya Xweser bişikînin”.
Kampanyaya Defend Kurdistanê xwest xelk li ser çalakiyên xwe wê agahdar bike (info@defend-kurdistan.com) û banga xwe ya ji bo çalakiyan wiha bi dawî kir: “Em bi hev re li dijî faşîzmê, dagirkeriyê û baviksalariyê xwe bi rêxistin bikin!”
NAVENDA NÛÇEYAN