Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera Şoreşa Rpjava yanî Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, îro êvarê kampanyaya hashtagê dide destpêkirin.

Li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî hate weşandin.

Bang li rêxistin û civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo naskirina fedakariyên gelê herêmê û naskirina Rêveberiya Xweser ku îradeya azad a gel temsîl dike, bixebitin: “Divê civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li djiî gel, nûnerên gel û xebatkarên li herêmê, bikevin nava tevgerê.”

Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di salvegera şoreşê de îro li gorî saeta herêmê saet 20:00`an û li gorî saeta Ewrûpayê jî saet 19:00´an kampanyaya hashtagê dest pê bike. Bang li gelê herêmê û raya giştî hat kirin da ku bi awayekî aktîf beşdarî vê kampanyayê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN