Îro bi hezaran Gurbetelî hene

În 8 Cotmeh 2021 - 01:52

  • RAJIN, di salvegera 24’an a şehadeta Gurbetelî Ersoz de rojnamevana şoreşger bi bîr anî û got, ”Heta misogerkirina jiyana azad a bi pêşengiya jinê, em ê li ser şopa heqîqetê bi biryardarî bimeşin.” 

RAJIN, di salvegera 24’an a şehadeta Gurbetelî Ersoz de rojnamevana şoreşger bi bîr anî û got, ”Heta misogerkirina jiyana azad a bi pêşengiya jinê, em ê li ser şopa heqîqetê bi biryardarî bimeşin.” 

Daxuyaniya Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi wesîleya salvegera 24’an a şehadeta Gurbetelî Ersoz daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: “Di 24’emîn salvegera şehadetê de, em bi rêz û minetdarî Gurbetelî Ersoz bi bîr tînin. Gurbeteli Ersoz ku li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê tê nasîn, li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt.

Şopdara heqîqetê Gurbetelî Ersoz, di 7’ê Cotmeha 1997’an de, bi grupekî hevalên xwe re li Başûrê Kurdistanê di encama şerekî de şehîd bû. Roja şehadeta jina şoreşger û pêşenga ragihandina jinê Gurbetelî Ersoz, di sala 2013’an de wekî roja rojnamevaniya jinên Kurd hate ragihandin. Bi boneya şehadeta Gurbertelî Ersoz û roja rojnamevaniya jinên Kurd, em careke din şopdarên xeta Gurbetelî Ersoz, Şîlan Baqî, Şevîn Bingöl, Gulnaz Ege, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan û bi dehan şehîdên çapemeniya jin bibîrtînin. 

Li ser bingeha bîr û baweriya; wê xeta Gurbetelî û tevahî şopdarên heqîqetê bi ser bikeve, em biryardariya xwe ya di têkoşînê de israrkirinê nû dikin. Her wiha ev roja ku weke rojnamevaniya jinên Kurd hatiye ragihandin, li tevahiya rojnamevanên jin ên îro li ser xeta Gurbeteli Ersoz, bi bawerî, hêvî û bi israr têdikoşin pîroz dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.