Iraqê xwest delweta Tirk avê berde

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Li Iraqê ji ber siyaseta qirêj ya dewleta Tirk ya avê, roj bi roj av kêm dibe. 

Li Iraqê ji ber siyaseta qirêj ya dewleta Tirk ya avê, roj bi roj av kêm dibe. Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku zêdetir avê berde çemên Dîcle û Firatê.

Dewleta Tirk demeke dirêj e avê weke çekekê li dijî cîranên xwe bi kar tîne. Iraq yek ji pênc welatan e ku li pêşberî germahiya global û bandora çolbûyînê herî zêde bêparastin e. Ji ber bendavên dewleta Tirk ku avê ji ser Iraqê dibirre, bandoreke hîn giran li vî welatî bûye.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê Mehdî El Hamdanî roja Şemiyê bi nûnerê taybet ê Serokkomarê Tirk ê li Iraqê Veysel Eroglû re bi dîmen hevdîtinek kir. Herdu rayedar li ser “rêjeya avê ya ji çemên Dîcle û Firatê diherike Iraqê axivîne.”

Wezareta Iraqê got, “Wezîr Hamdanî ji aliyê Tirk xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê yên heyî yên Iraqê, bêhtir avê berde.” 

Herdu aliyan li hev kir ku “heyeteke teknîkî ya Iraqê” ku xwedî erka “jinûve nirxandina rezervên avê” yên li bendavên li Tirkiyeyê ye, di demeke nêz de biçe serdana Tirkiyeyê.

Ji ber barana kêm, Iraq li ser hev sê salên ziwa û hişk bihurandin. Vê yekê kir ku zeviyên çandiniyê bi nîvî kêm bibin.

Rayedarên Iraqî didin zanîn ku “Rezervên avê li gorî par ji sedî 60 kêm bûne.” 

IRAQ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.