Iraqê waliyê Tirkiyê ceza kir

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:18

  • Dadgeha Sûc a Parêzgeha Nînovayê ji ber xerckirina bûdceya ne hiqûqî ji bo komeke çekdarî ya ser bi dewleta Tirk ve, 7 sal ceza li waliyê berê yê Nînovayê Esîl Necefî birrî. 

Dadgeha Sûc a Parêzgeha Nînovayê ji ber xerckirina bûdceya ne hiqûqî ji bo komeke çekdarî ya ser bi dewleta Tirk ve, 7 sal ceza li waliyê berê yê Nînovayê Esîl Necefî birrî. 

Dadgeha Sûc a Parêzgeha Nînovayî pêr 7 sal ceza li waliyê berê yê Nînovayê birrî. Sedema ceza kî ew bû ku wî nehiqûqî budce li komeke çekdar xerc kiriye û wî bi xwe rêveberiya vê komê dikir, lê kom girêdayî dewleta Tirk a dagirker bûye. 

Dadgeha Sûc diyar kir ku 7 milyar dînarên Iraqî ya Wezareta Koç û Koçberan a bûdceya dewletê ye, bi awayekî ne hiqûqî ji bo leşkerên Zîlkan, Dubiran, Mexmûr û Rebîe hatiye mezaxtin. 

Bêyî ku waliyê berê yê Nînovayê Esîl Abdulezîz Necefî li dadgehê amade be, 7 sal ceza lê hate birrîn.

Her wiha Necefî bi sûcên ku Nînova radestî çeteyên DAIŞ’ê kiriye û dîsa alîkariya wan rêxistinên terorîstî kiriye jî hat tohmetbarkirin. Ew hat tohmetbarkirin ku wî  karasanî ji bo çeteyên DAIŞ’ê kiriye gaba ku sala 2014’an wan Nînova dagir kiriye. Dema ku parêzgeha Nînovayê hate dagirkirin, Necefî yekem berpirsê bajar û heman demê rêveberê leşkerî jî bû.

Piştî ku Necefî parêzgeha Nînova radestî DAIŞ’ê kir, ji komeke çekdar a li navçeyên Zîlkan, Dubira, Mexmûr û Rebîe, ji bûdceya dewletê pere hate mezaxtin.

MÛSIL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.