Iraqê dîsa namzetê PDK’ê red kir

Sêşem 1 Adar 2022 - 22:30

  • Dadgeha Federal a Iraqê biryara xwe ya li ser vekirina deriyê miracaetên ji bo namzetiya serokkomartiya Iraqê da. Li gorî biryarê careke din kes nikare bibe namzet.

Dadgeha Federal a Iraqê biryara xwe ya li ser vekirina deriyê miracaetên ji bo namzetiya serokkomartiya Iraqê da. Li gorî biryarê careke din kes nikare bibe namzet. Bi biryara dawî ya dadgehê re, rê li ber namzetê PDK’ê jî hate girtin.

Dadgeha Federal ya Iraqê di civîna xwe de biryara xwe ya dawî ya li ser miracaeta namzetiya ji bo serokkomariya Iraqê da. Li gorî biryarê, careke din vekirina deriyê ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê, ne qanûnî ye. Li gorî biryara dadgehê, PDK nikare li şûna Hoşyar Zêbarî kesekî din ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê diyar bike.

Rê li ber PDK´ê girt

Dadgeha Federal ya Iraqê wekî din biryar da ku serokatiya parlamenê nikare rê li ber namzetnîşandanê veke û ev erk tenê ya parlamenê bi xwe ye.

Hêjayî gotinê ye ku 9’ê Sibata 2022’yan parlamena Iraqê bi biryara Serokê Parlamenê Mihemed Helbûsî careke din rê vekiribû li ber namzetnîşandana ji bo serokkomariya Iraqê. Li ser vê PDK´ê wezîrê karê hundir ê hikûmeta Hewlêrê Rêber Ehmed weke namzet nîşan dabû.

Parlementerê serbixwe Basim Xeşan li Dadgeha Federal giliyê biryarê kiribû û wek biryarek ne qanûnî bi nav kiribû. Li ser vê, Dadgeha Federal a Iraqê civiya. Dadgeha Federal a Iraqê, miracaeta nû ya ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê red kiriye. 

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.