Wezîrê Neftê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar di daxuyaniyek xwe de eşkere kir ku bi sedema kompanya Kar ya girêdayî PDK’ê qut kirine. Ebdulcebar ji bo sedema qutkirin jî da zanîn ku şîrket tevlî karên gendeliyê bûye.
Ebdulcebar agahî da ku wan ji serê Sibatê ve biryara xwe xistine pratîkê û ew ê ji bo paqijkirina neftê li gel Kompanya Qeywan Grup bixebitin.
Têkildarî danûstandinên navbera Hewlêr-Bexdayê jî Wezîrê Neftê wiha axivî; “Du bijarde li ber Komîsyona Darayî ya Parlementoya Iraqê hene. Bijardeya yekem, divê Herêma Kurdistan 460 hezar bermîl neft radest bike. Bijardeya diduyan jî divê Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên neftê bi nirxê SOMO bifiroşe yan jî dahata 250 hezar bermîl radestî Bexdayê bike.”
Xwediyê kompanya Kar kesê bi navê Şêx Baz ê PDKʼî ye. Ofîsa wê ya sereke li Hewlêrê ye. Kompanya Qeywan jî xwediyê wê kesê bi navê Şêx Faxir e û girêdayî YNK’ê ye. Ofîsa wê ya sereke li Silêmaniyêye.
2017’an Kompanya Kar û Qeywan girêbestek 5 salî li gel Wezareta Neftê û Elektrîkê ya Iraqê îmze kirin. Tevî ku dema girêbestê ji serê salê ve bi dawî hatiye jî lê hîna karê li gel kompanya Qeywan didome. Berpirsên kompanya Kar jî behaneyên Hikûmeta Iraqê red dikin û dibêjin, hilweşandina girêbestê siyasî ye.
Li gorî girêbesta wezareta neftê ya Iraqê ku 5 salan li gel her du kompanyan îmze kiribû, diviyabû rojane her yek ji wan kompanyan 100 hezar bermîl neft ji bo Hikûmeta Iraqê paqij bikin. Di beramberî her bermîlek de jî 12 dolaran werdigirtin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ