Iraq wê giliyê Tirkiyeyê bike

Çarşem 18 Tebax 2021 - 23:42

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebas Sirut got, ji ber zextên heyî, Iraq amade ye li cem Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike. Ebas da zanîn ku li Iraqê dengên li dijî hebûna biyaniyan wl bi hêz bibe.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamena Iraqê Ebas Sirut derbarê binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê, ji Rojnews re axivî.
Ebas Sirut dibêje, endamên Lijneya Asayîş û Parastinê yên Parlamenê û fraksiyonên siyasî ên ku hebûna hêzên biyanî li Iraqê red dikin, derbarê hebûna dewleta Tirk û êrişên wê de, lêkolînên xwe temam kirine. Ebas got, rojên bê, dengên li dijî hebûna biyaniyan li Iraqê wê bi hêz bibin.

Ebas di dawiyê de jî dibêje; “Ji ber zextên li ser Wezareta Karê Derve ya Iraqê heyî, divê li dijî dewleta Tirk, li cem Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê were kirin.”

Iraq divê Êzîdiyan biparêze
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî têkildarî êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê got, "Nûçeya şehîdbûna têkoşer Seîd Hesen û kurê birayê wî li Şengala dîrokî, em xemgîn kirin. Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve, zêde bû. Divê Hikûmeta Iraqê berpirsyariya parastina hindikahiya Êzîdî ku di dîrokê de gelek êş kişandine, hilgire."

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Tebaxê de li Bazara Kevin a navenda Şengalê, wesayîtek bombebaran kir, Fermandarê YBŞ´ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xudêda şehîd bûbûn.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker pêr jî li gundê Sikêniyê komkujiyek kir. Balafiran Nexweşxwaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kir û di encamê de 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

BEXDA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.