Iraq hilberîna neftê zêde dike
Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 22:24
- Mihemed Sehdun destnîşan kir ku niha Wezareta neftê li Bendera Elemeye ya li Besrayê ji bo henardekirina rojane yek milyon bermîl neftê kar dike.
Rêveberê Desteya Lêkolîna Bazarê û Plandanîna Stratejîk a Kompanya Bazirganiya Nefta Iraqê (SOMO) Mihemed Sehdun ragihand ku Wezareta Neftê ya Iraqê wê di nava 6 mehên bê de hilberîna neftê rojane 750 bermîlan zêde bike.
Mihemed Sehdun destnîşan kir ku niha Wezareta neftê li Bendera Elemeye ya li Besrayê ji bo henardekirina rojane yek milyon bermîl neftê kar dike. Niha Iraq ji derveyî bîrên li Herêma Kurdistanê rojane 3 milyon û 450 hezar bermîl neftê dihilberîne.
BEXDA