• Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand ku 170 penaberên li ser sînorê di navbera Lehistan û Belarûsê de ji bo vegera Iraqê navê xwe nivîsandine.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand ku 170 penaberên li ser sînorê di navbera Lehistan û Belarûsê de ji bo vegera Iraqê navê xwe nivîsandine.

Berdevk Ehmed Sehaf behsa hewldanên Iraqê yên ji bo vegerandina koçberan kir û got, ji bo van penaberan 55 pasaportên demkî jî hatine çêkirin.

Ehmed Sehaf wiha dewam kir: “Hemû hemahengiya lojîstîkî ya ji bo vegera koçberan, bi berpirsên balafirxaneya Belarûsê re temam bûne. Kesên diçin Belarûsya metirsî li ser wan heye, ji ber ku dikevin ber bazirganiya mirovan.” 

BEXDA