Roja Sêşemê kolberekî Kurd ê bi navê Muhsen Ebdullahî yê 35 salî, ji gundê Kanî Berd ê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Muhsîn Ebdullahî li sînorê Kîle, dema diçû kolberiyê, di encama gullebarana rasterast a hêzên rejîmê de jiyana xwe jidest daye.
Cenazeyê vî kolberî veguhestine nexweşxaneya Selahadîn Eyûbî ya bajarê Bane, piştre jî cenaze birine gundê Kupîç Jorê û li wir hatiye veşartin. Hêjayî gotinê ye, Muhsen Ebdullahî zewiciye û 4 zarokên wî hene.
KURDPA