Îranê çav berdeya mîrata çandî ya Kurdistanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 19 Gulan 2021 - 04:38

Wezareta Mîrateya Çandî, Tûrizm û Karêdestan a Îranê da zanîn ku wê bi giştî 8 hêmanên çandî yên ji Ostanê Kordistanê -navenda wê Sine ye- li lîsteya xwe ya neteweyî ya mîrateyên çandî zêde kiriye. 

Wezaretê yekşema bihurî daye zanîn ku wan bi belgeyeke ji waliyê giştî yê Ostana Kordistanê re şandî, ev yek daye zanîn.

Di nava van hêmanan de lîstikên bi navê Taqilebeser û Çeme Qucaylî hene, çêkirina dîzikên Valuş û Salîmalî, behremendiya çêkirina sindoqên xemilandî ên bi navê Yexan jî hene.  Wekî din berhremendiya çêkirina devrûyeke hespan a bi navê Berçavilke jî di nava hêmanên li lîsteyê zêdekirî de ye.

Dewleta Îranê ev demek e, şûnwar, bajar, gund û xwezaya Kurdistanê li lîsteyên xwe yên neteweyî yên mîrateya çandî zêde dike, bi armanca bipêşxistina tûrizmê û peydekirina dovîzên ji aboriya wê kêm bûne.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.