• Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ewê balyozê xwe yê Bexdayê biguherin. Li gorî berdevk, balyozê nû farmanderek bilind ê leşkerî ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ewê balyozê xwe yê Bexdayê biguherin. Li gorî berdevk, balyozê nû farmanderek bilind ê leşkerî ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetînzade bi daxuyaniyekê ragihand ku wê Hisên Al Sadiq li cihê Êrec Mescidî bibe balyozê nû yê Bexdayê.

Seîd da zanîn ku wê balyozê nû Hisên heftiya were dest bi karê xwe bike û tê payîn di nava çend rojên bê de jî serdana Wezîrê Derve yê Iraqê bike.

Hêjayî gotinê ye Hisên Al Sadiq yek ji fermandarên bilind yê leşkerî ê Îranê û fermandeya Feyleq Quds ya ser bi pasdarên Îranê ye.

BEXDA