Gerîla Xebat Cûdî li Zapê şer dike. Wî ji ANF'ê re got, li gel êrişên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û her cûre teknîkê jî li tunelên şer berxwedaneke bêhempa tê meşandin û got, "Êriş hemû li dijî îradeya mirovan tên kirin. Lê ya bi ser bikeve wê teqez îradeya mirovan be. Îradeya ku PKK'ê da mirovan, bi vê berxwedanê re êdî gihîştiye asta herî bilind. Yên ku ev îrade di asta bilind de temsîl kirin, hevrêyên me yên şehîd bûne û hevalên me yên li tunelan hîn jî li ber xwe didin in."

 

Pêşengê berxwedanê Rêber APO ye

Xebat Cûdî got, pêşengê berxwedana bêhempa ya gerîla Rêber Abdullah ocalan e: "Yê ku bi berxwedana xwe van berxwedanan bi rêxistin dike û pêşengiyê dike Rêbertî ye. Armanca me ya sereke ew e ku em karibin bibin hevrêyên Rêbertiyê û hevrêyên wan hevalan ku di vê berxwedanê de canê xwe dane. Ji bo hesabpirsînê em ê bi hesta serketin û tolhildanê bi ser dijmin de biçin."

Gerîla Xebat Cûdî têkçûna artêşa Tirk a 2008'an a li Zapê û vekişîna wan bi bîr xist û got, "Vê carê wê nikaribin vegerin, ji ber ku di dîmenan de jî hate dîtin, cenazeyên xwe dişewitînin. Ev leşker hemû wê bêne cezakirin. Berxwedana me bi ser dikeve. Ji Derya Reş heta bi Qendîlê ev şer wê teqez bi serketina gerîla bi encam bibe."

BEHDÎNAN