Îradeya Kurdan teslîm nayê girtin

Yekşem 26 Kanûn 2021 - 22:15

  • Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya li Amedê axivî û got, ‘’Heta ku tecrîd hebe wê li Tirkiyê krîz û kaos hebin. Ji ber vê, heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.’’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya li Amedê axivî û got, ‘’Heta ku tecrîd hebe wê li Tirkiyê krîz û kaos hebin. Ji ber vê, heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.’’

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydeniz got, ‘’Pêkanîna vê kongreyê jî bi serê xwe peyameke mezin e. Peyam wê ew e ku li gel zextan hemûyan û faşîzmê jî em ê ti caran serê xwe netewînin.’’

Aydenîz polîtîkaya tecrîdê destnîşan kir û got, ‘’Ji Imraliyê dest pê kirin û tecrîd li her deverê belav kirin. Îro hewl didin ku dengê azadî û aştiyê bibirrin. Ên ku bi tecrîdê dixwazin dengê Ocalan bibirrin bila li vê holê binihêrin. Rêzdar Ocalan ji bo ciwanan û Kurdan xeta sor e. Demildest divê deriyê Imraliyê were vekirin. Polîtîkayên şer têne girankirin, sedema vê ya sereke tecrîd e. Li cîhanê mînakên vê nînin. Dixwazin Rêzdar Ocalan teslîm bigirin. Em careke din bibêjin; ti caran hûn ê nikaribin Rêzdar Ocalan, vîna Kurdan teslîm bigirin.’’

Aydeniz di dawiyê de got, ‘’Em ê jî li dijî vê heta ku Rêzdar Ocalan azad bibe têbikoşin. Ji çar aliyan ve, rewşenbîr, nivîskar, jin ji bo çareseriya vê pirsê Imraliyê destnîşan dikin. Îro li çar helên cîhanê li dijî tecrîdê, ji bo azadiya Ocalan çalakî têne kirin. Heta dawiyê em ê vê têkoşînê bidomînin.

Heta ku tecrîd neyê şikandin li Tirkiyê krîz û kaos xilas nabin, demokrasî nayê ser van xakan. Ji ber ve heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.’’

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.