- Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 381’ê de didome.
Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 381’ê de didome. Doh şandeyeke ji endamên Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNWE), ji bo piştgiriyê bide malabata Şenyaşar çû serdana nobetê.
Di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir.
Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dadgehkirina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar; Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribû. Çalakiya malbatê di roja 381’ê dewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar doh jî serê sibehê ji Pirsûsê çûn ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kirin.
Doh şandeyeke aktîvîstên li dijî şer û ji bo aştiyê ya IPPNWE´yê çû serdana çalakiya malbatê. Cihgira Serokê Baroya Rihayê, Fazîlet Taştan Arserîm jî li gel şandeyê bû. Malbatê şande bi wêneyê ambulansa di 14’ê hezîrana 2018’an de rastî êrişê hatî pêşwazî kir.
Rola parlamenterên AKP´ê di komkujiyê de
Ferît Şenyaşar ji şandeyê re got, “Di şer de kesek êrişî ambulansan nake. Lê ambûlansa ku birîndar vediguhestin, rastî êrişê hat. Tiliya parlamenterên AKP’yî jî di êrişê de heye, lewma dixwazin ser vê dosyayê bigirin. Bijîşkekî li nexweşxaneyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derheqê êrişa li nexweşxaneyê de agahî parve kirin. Ev komkujî, li ber çavên dayika min hate kirin. Ev 4 sal in jî biryara nepeniyê li ser dosyayê heye û yek kes jî nehatiye girtin.”
Li ser navê şandeyê jî endamê IPPNW’ê Dr. Med. Gisela Penteker got, “Hûn bi vê çalakiya xwe hem dixwazin fail bên girtin û hem jî edalet pêk bê. Heta edalet pêk neyê û fail neyên dadgehkirin, hûn ne dikarin xema xwe bigirin û ne jî li mala xwe rûnin. Bi taybetî jî ji bo dayikê karekî gelekî zehmet e ku her carê vê êşê vedibêje. Dema em vegeriyan, raporeke ji çavdêriyên me pêk tê, em ê amade bikin. Heke destûra we hebe, em dixwazin ku nobeta we jî binivîsin.”
Emîne Şenyaşar jî dema serpêhatiya xwe digot, giriya. Dema şandeyê tiştên bi serê dayikê hatine guhdar dikirin, polêsên Tirk dîmen digirtin. Şandeyê bertek nîşanî polêsan da û got, “Em weke bijîşk bi malbatê re diaxivin. Ya ku hûn dikin, binpêkirina mafê jiyana taybet e.”
Şandeyê jî demekê bi malbatê re nobet girt.
JINNEWS/RIHA