- 137 înternasyonalîstên ji welatên cihê di salvegera 23´yan a komploya navneteweyî de, komployê rûreş dikin û meşeke dirêj a 5 rojan dan destpêkirin. Wan qedexekirina posterên Ocalan li Elmanyayê jî rûreş kir.
ERKAN GULBAHÇE / FRANKFURT
Înternasyonalîstên ji welatên cihê yên dinyayê, di salvegera 23´yan a komloya navneteweyî ya 15´ê Sibata 1999´an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û miletê Kurd, doh li bajarê Elmanyayê Frankfurtê meşa dirêj dan destpêkirin. Ew ê di dawiya 5 rojan de bigihîjin bajarê Elmanyayê Saarbruckenê.
Meşa dirêj a bi daxwaza azadiya fizîkî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan, îsal bi slogana “Azadî ji Ocalan re” bi rê ve diçe. 137 înternasyonalîstên ji Kolombiya, Brezîlya, Ekwador, Meksîka, Spanya, Welatê Baskê, Katalonya, Îtalya, Swîsre, Elmanya, Belçîka, Awusturya û Skandinavyayê meş da destpêkirin. Çav li rê ye, îro sibe hejmara înternasyonalîstan zêdetir bibe. Wan rêyeke 180 kîlometre daye ber xwe ji Frankfurtê heta bi Saarbruckenê. Milê Frankfurtê yê meşê doh saet 11’an li Frankfurt Hauptwache piştî daxuyaniya ji çapemeniyê re dest bi meşê kir. Înternasyonalîst di nav ba û şiliya doh de 34 kîlometroyan meşiyan û xwe gihandin Darmstadtê. Di dema meşê de Kurdistaniyan refaqetî înternasyonalîstan kir û tenê nehiştin. Înternasyonalîstan şeva xwe li Darmstadtê bihurand û ew ê îro heta Bensheimê 22 kîlometroyan bimeşin. Ew ê piştî ku gihiştin Saarbruckenê, 11’ê Sibatê tevlî çalakiya li bajêr bibin. Rojekê piştre jî ji bo çalakiya navendî ew ê biçin bajarê Fransayê Strasbourgê.
Posterê Ocalan qedexe kirin
Polêsê Elman, bi biryara dadgeha cihî, qedexe kir ku di meşê de posterê Rêber Abdullah Ocalan û rengên Kurdan kesk-sor û zer bên hildan. Weke sedema qedexeyê jî, meqamên Elman hinceteke sosret û sosirmet nîşan da: Di belavoka ji bo meşê de dinivîse “Tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, tecrîdkirina vîna gelê Kurd e”. Dadgehê îdîa kir ku ev jî nîşan dide ku meş ne tenê ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin.
Wekî din hat gotin, ji ber ku rengên kesk û sor û zer ên di belavokê de jî PKK´ê bi bîr dixin û biryara qedexekirina wê hatiye dayîn.
Komîteya Amadekar a meşê got, biryar siyasî ye û ji bo betalkirina wê miracaetî dadgeha bilindtir kir.
Di bin nivîsê de kî heye!
Înternasyonalîstên beşdarî meşa dirêj bûne, biryara qedexeyê, bi çalakiya îtaetnekirina sivîl, protesto kir. Înternasyonalîstan li ser dovîzên li ser êlegên xwe bi Elmanî wiha nivîsî: “Li Elmanyayê posterê Abdullah Ocalan qedexe ye”.
Ji beşdarên meşê yê ji Awusturyayê yê bi eslê xwe Ermenî, Soghomon Tehiyriyan, li ser navê înternasyonalîstan got, “Miletê Kurd bi pêşengiya Abdullah Ocalan di çarçoveya projeya Konfederalîzma Demokratîk de di mijarên ekolojîk, demokratîk û mafên jinan de gavên esasî avêtin. Nimûneya vê ya herî mezin, Rojava ye. Ji ber ku ev proje, alternatîfa Sîstema Kapîtalîst e, bi pêşangiya dewleta Tirk û Ewrûpayê ji bo ev proje neçe serî dest bi êrişan kirin. Avakerê van projeyên bir delal, Abdullah Ocalan e; ew îro di hepsê de ye û tecrîdkirî ye, em vê rewşê qebûl nakin. Ji ber ku di salvegra 23´yan a tecrîd û komployê de em tecrîd û hepsbûna Ocalan qebûl nakin, me dest bi meşa 5 rojan a înternasyonalîstên ji welatên cihê kir.”