• Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku çeteyên faşîst ên rêveberiya AKP-MHP’ê êdî nikarin li hemberî gerîla xwe rabigrin û got: Gerîla wan diperçiqîne. Înîsiyatîf di destê gerîla de ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de diyar kir ku pêvajoya şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de hatiye guhertin; çeteyên ji aliyê rêveberiya AKP-MHP’ê ve hatine avakirin, êdî nikarin li hemberî gerîla li ber xwe bidin û got, “Gerîla pêvajoya perçiqandina çeteyan daye destpêkirin. Gerîla înîsiyatîf xistiye destê xwe. Gerîla niha bi şev û roj, havîn û zivistanê li ber xwe dide. Niha li çiya şer dike, li deştan şer dike, li bajaran jî di astekê de şer dike. Dema ku şerê bajaran li deştan bi bandortir bibe, wê gavê serketina mezin a şerê gerîla wê derkeve holê. Li ser navê navê rêveberiya PKK’ê, ez hêza şervan û fermandarên HPG û YJA Starê pîroz dikim ku 12'ê Çileyê li Girê Amediyê yê Zapê bi operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk keriyên faşîst ên AKP-MHP'ê perçiqandin. Vê berxwedana wan a dîrokî, şerê li Zapê silav dikim ku derbên kuştinê li faşîzmê xist. Di şexsê şehîdên leheng ên vê çalakiyê hevrê Serxwebûn û Rizgar de ez lehengên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li çar aliyên Kurdistanê şehîd bûne bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Digotin 'Em ji parastinê derbasî êrişê bûn'. Di heman demê de pesnê teknîka xwe gelekî didan. Digotin, 'Teknîka me bi vî rengî ye, milî ye, neteweyî ye, filan û bêvan'. Teknîkeke wan xistin xwarê. Hevalên ku lêkolîn kirin gotin, bûye çar parçe, her parçeyek jî li welatekî cuda hatiye hilberandin. Ti jê malê Tirk nîne. Milî û xwecihî nîne. Civaka Tirkiyeyê, raya giştî dixapînin. Ji NATO'yê wergirtin, ji her derê wergirtin. Hemû derfetên Tirkiyeyê pêşkêş kirin, weke çoyekî bi kar anîn. Me ev yek ji wan re got: Hûn weke ço bi kar tînin, lê hinek wê rabin hîn bibin û li dijî we bi kar bînin. Va ye, ciwanên Kurd hîn bûn û bi kar tînin. Di asteke welê de bi kar tînin ku dieciqînin. Guh nedan hişyarkirinên Fermandariya me ya Biryargeha Navendî. Ew keriyên faşîst ên bi pereyan hatine kirêkirin, di nava zivistanê de li ser girên çiyê belawela bûn, hatin avêtin. Radibin dibêjin, wey xayin hatin, lêxistin. Ma xayintiya vê heye? Tu çima çûye wê derê?”

Yên şer dikin çeteyên MHP’ê ne

Dûran Kalkan di dewamê de got, pêvajoya eciqandinê wê dewam bike û wiha got: “Hewl didin vê rewşê berevajî bikin, rojevê biguherînin û civaka Tirkiyeyê bixapînin. Halbûkî rastî li holê ye ku nikare bê nixumandin. Li vê derê yên ku şer kirin diyar bûn. Hemû bi pereyan hatine kirêkirin, ji bo kuştina Kurdan bi taybetî hatine birêxistinkirin, hemû jî çeteyên MHP'ê yên faşîst in. Devlet Bahçelî ji ber vê yekê di nava rêveberiyê de ewqasî bi bandor e, tevî ku qet neketiye nava hikûmetê jî. Hemû ji bo qirkirina Kurdan, bi taybetî hatine perwerdekirin. Niha hinek radibin nirxandinan dikin. Nîqaş dikin, dibêjin çima bi vî rengî bû. Hemûyan bêdeng dikin. Hemûyan bi xayîntiyê sûcdar dikin. Dixwazin li ser xwînê temenê xwe dirêj bikin. Em qala hilweşînê dikin. Bi vî rengî hewl didin hilweşînê asteng bikin.

Mêjiyê dewleta Tirk nexweş e

Kalkan da zanîn ku dewleta Tirk wendahiyên xwe vedişêre û got: “Kuştiyên xwe eşkere nakin. Leşkerên ji bo pereyan şer dikin. Jixwe, ev mirov dema ku xwe weke leşkerên ji bo pereyan şer bike qeyd dikin, wan ev yek qebûl kiriye. Hinek malbatan got, bi pere ne, lê belê ewqasî jî nabe. Yekser hemû bêdeng kirin. Piştre jî radibin, behaneyan çêdikin. Qaşo Kurd nikarin vê bikin, gerîla nikare bike. Lêkolîn dikin, gelo Emerîka li pişt PKK'ê ye. Yan jî Îran? Yan jî Îsraîl? Yan jî hemû bi hev re? Çima? Dibêjin, Kurd nikarin vê bikin. Dibêjin, teqez hinekên din kiriye, dewletên cuda kirine. Hinek dibêjin, Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji wir tînin. Li Girê Amêdiyê li leşkerên me dixin. Amêdiyê li ku ye, Rojava li ku ye? Gelo we ew cografya qet dîtine? Kes pê nizane jî; her kes xwe zane nîşan dide. Hûn zanin ku li pişt vê çi heye? Ew ruh û hestên nijadperest, neteweperest, şoven hene. Emerîka dikare bike, Cihû dikarin bikin, Îranî dikarin bikin, lê Kurd nikarin bikin. Siyaset û mejiyekî welê heye ku Kurdan ewqasî lawaz dibîne. Ev mejiyê nexweş ê şoven, nijadperest û neteweperest di ruhê dewleta Tirkiyeyê de heye ku 20 salên dawî AKP-MHP'ê li nava mirovên Tirk belav kiriye. Mejiyekî welê nexweş heye. Nikarin înkar bikin, ji ber ku derb xwarine. Nikarin veşêrin. 5-6 kuştiyan eşkere dike, lê belê dibêje Kurdan nekiriye, teqez hineke din li pişt vê bûyerê hene.

NAVENDA NÛÇEYAN